Tirşik - Profîl
tirşik-profîla sitî cp

profîla "sitî cp"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [veşartok] de;

7. Lîstika veşartokê bi çend kesan re te lîstin. Piranî keçik û lawik bi hevdu re veşartokê dilîzin. Pêşi zarok li hev kom dibin û maka listikê hildibijartin. Ew jî bi hejmartina gotinên dûrikeke lîstika veşartokê dihate tespit kirin. Yekî ya ji yekê ew dûrik digot û bi tilîka xwe ew kesê kom bûbûn dihijmart:

Yeko diko
Du naziko
Repe ziko
Şama quto
êçe meçê
êta xeşê
êl qotikê
ser pirçikê

Gotina "pirçik" li ke keta, ew cara pêşin dibû maka lîstikê. Maka listikê li her diwarekî ya jî koka darekê destên xwe dida ser çavên xwe u heta bîsta dijmart. Di vê navbênê de yên din jî direviyan û xwe li dereke vedişartin. Piştî hejmartinê mak li wan digere. Gava make yek ji wan
didît, digot "min tu dît". Herdu kes ji her bi cihen ku mirov çavên xwe lê digirt direviyan. Kî berê bihata wê derê, destê xwe dide wî cihî û digot "sobe". Ew kesê li dawiyê dima dibû mak û lîstik ji nû ve dest pê dikir.



02.12.2020 19:15 | sitî cp