Tirşik - Profîl
tirşik-profîla sitî cp

profîla "sitî cp"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [platon] de;

6. nehatiye gotin lê ev peyama yûsiv platon/127711 ji felsefe amadeyî 2 (Saziya Minhacan) hatiye copy-paste-kirin û lihevanîn. dewama gotarê ev e:

Platon, felsefe bi bidesxistina zanînê, bi awayekî giştî da nasîn. Her wiha bi rêya aqil tenê, têgihiştin çê dibe û rastî jî tê bidesxistin. Girîngî daye gelek mijarên mirovî, mîna zanîn, heyîn, sinc û hwd.
Felsefeya zanînê:
Platon, bawer dike ku mirov ji zayîna xwe ve, xwediyê zanistê ne. Her wiha bawer dike ku giyan berî ku derbasî laş bibe, di cîhana mengî de bû, piştre zîvirîye cîhana me. Wî bawer dikir ku mirov, tiştên ku ji bîr kiriye jî di dema jiyana wî de, tê bîra wî. Tewriya wî ya bîranînê, xwe dispêre tewriya wî ya du cîhanan (cîhana fîzîkî yan a pêhisînan û cîhana mengî, ji ber ku bi sehekan nayê têgihiştin, bi aqil tê zanîn. Forma her heyînekê heye; heta forma heyînên razber jî heye.
Mînak: Çawa ku form û mengiya darê, pel û ya rengê sor heye; ya başî û dadmendiyê jî heye. Platon zanînê dike sê beş:
1- Zanîna rast (mengî)
2- Zanîna çewt (pêhisîn).
3- Bawerî: Bawerî, di navbera zanîna rast û ya çewt de ye.
Di encamê de, tê xuyakirin ku pêhesîn, zanînên çewt dide me û zanîna rast, bi rêya aqil tê hilberandin.

Felsefeya heyînê:
Platon gotiye: "Du cîhan hene: cîhana mengîwerî û cîhana xuyakirî, ango qelp (cîhana pêhesînan). Hemû heyînên ku li cîhanê hene, ew kopiyên (lasayîkirin) heyînên resenî ne, hêz û
hebûna xwe jî ji wan digirin. Lewma jî cîhana resen û mayinde, cîhana mengîwerî ye.

Li gorî Platon, di cîhana mengîwerî de, hemû heyîn mayinde ne û nayên guhertin. Ew bi aqil têne têgihaştin. Lê cîhana xuyakirî ango ya pêhesînan, tê de hemû tişt dimirin û ji holê radibin.
Mînak: Mirov dimirin û ji holê radibin, lê hizira mirov tu caran
namire. Raman nayên guherîn, lê lasayîkirinên wan, hertim tên guhertin û ji holê radibin.

Felsefeya sincî:
Li gor felsefeya Platon, başî dibe armanca jiyana mirovatiyê û bingeha heyîn û zanînê û bextewarî jî di başî û zanînê de ye. Başî, ew tiştê ku hemû kes wê dixwazin. Platon, dema ku li ser pirsgirêkekê mijûl dibe, ne tenê
kesan, lê civakê bi giştî, di ber çavên xwe re derbas dike; ji xwe re wekî pîvan û nimûneyê dibîne.
Di felsefeya wî de, başî di asta herî bilinde ye, ji tevliheviya zanîn û kêfê pêk tê. Her wiha tevlihevî jî li gorî pîvana spehiyê, rastiyê çê dibe.

Li gorî nêrîna wî dilpakî ew aheng, rastî û birêkûpêkiya giyan e. Xerabî jî, xerabbûna vê rêkûpêkiyê û ahengê ye. Mirov çi qasî dilpak be, ew qasî azad e, Lewma giyanê mirovekî wiha, ji aliyê aqilê wî ve, tê kargerandin, ji ber aqilê wî serewer, xwedîpîvan û aram e. Em dikarin feslsefeya Platon, ya sincî wiha binirxînin: Pilaton, li aliyekî girîngiyê dide sinc û cîhana mengîwerî û li aliyekî din jî di pirtûka xwe de, ya bi serenavê Komara Platon,
civakê parçe dike û dike çîn. Bi vê yekê, bi xwe re dikeve nakokiyê; sîstema koletiyê dide pêş û dûrî dadmendiya civakî dikeve.



20.05.2021 15:22 | sitî cp

4. Eflatûn Fîlozofekî yunanî ye Baweriya wî ew bu ku pêwîst e Yezadanek yan jî afrênerek yê gerdunê hebe. Dema ku dibêje, Ev gerdun xwediyê ruerdekî gelek û hertim dinava gohertinê deye. Mirov bi xwe bi xwe çêbibe jî, belku pêwîstî bi afrênerek çêkerek heye, ew afrêner jî Yezdan e. Yekek bi tenê ye, bê dawî ye û hertim heye. Bi xwe çêbûye û li ser serê me hemuyan e. Tê xuyakirin ku ev bawerî ne tenê li cem wî heye, belku li cem hemu ayînên li ser rûyê erdê jî ev bawerî heye. Tişta herî giring di wê deye ku eflatûn bi aqil û fikrê xwe gehiştiye vê baweriyê. Ne li ser ayînekê ye ku ewê ayînê wisan bi wî kirîbe ew razî bibe. ji ber vê jî dibêje Xweda Ezelê Ebedî ye.



22.05.2020 17:37 ~17:39 | sitî cp