Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rotê şevê

profîla "rotê şevê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hebûn] de;

6. Hebûn û raman ti carî nikarin bihevre bikin. Û hebûn ti carî bisernakeve di vê pêşbirka beserî û bedawî de. Çinkî wateya serkeftina hebûnê mirine. Tenê wekhevîtî, lihevhatinek pêk tê navbera van herdu bûyeran de. Û belkî aramî, aşîtî wisa pêk were. Lê raman, vê yekê tu carî qebûl nake, hebûn jî ji şerê xwe dev bernade. Dîsa jî encamê de ku mirov wêneya ku derket rastê niherî, ya ku tê dîtin helbeste. Helbest ya dawiya dawiyê de dimîne ye. Helbest ji şerê di navbera hebûn û ramana de tê afirandin. Mij û dumana meydana şerin, xwîn û birînin. Helbest wekhevîtiye. Helbest girînên ziman, dilmînî ya hebûnê ye.



21.05.2020 17:29 | rotê şevê