Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lewendî

profîla "lewendî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê] de;

16. Kampanyayek hewceye. Ez jî dixwazim piştgirî bidim lê tu şopînerên min li twitterê tuneyi. yaw ez bi rastî jî meraq dikim. Bi hezara sîyasetmedarên kurd heni, hevalên wan heni, zarokê wan heni, nasê wan heni yaw ev çawa rewş e? Kurdên me ka li kû yi? Ka kurdên welatperwer û zimanhez? Em li vir 30 kes in yaw eyb e şerm e. Ka kurdên roava? Ka kurdên ewropa? Ka kurdên kafkasya? Ka kurdên rohelat.

Heger tirsik.net biba kurdênfeminist.net yan jî kurdênsosyalîst, kurdênkomunîst kurdênbratîxwaz.net jahr zuqum ez bawer dikim hejmarê nivîskara zêdetir biba.

Yaw bi hezara stranbêj heni hey topa xwedê we keto. Hun li ser zimanê kurdî pere kezenç dikin qey hun nikarin komeleyek saz bikin û li sûk û kolana ferheng û pirtûkên çîroka belav bikin.

Ji xeynî min hemû tirşikvan ciwan Haco hez diki. Yaw qey ciwan haco mehê carkê nikari li tirşikê peyamek binîvisi.

Heta moderatorên tirşikê dev ji tirşik berdani. Hawaar xwedêyo hawaar.



2021.05.01-02:03 | lewendî