17. gelek in, û hayê me ji gelekî ji wan jî tune ye. du sedemên evê hene. ya yekem hin bêjeyên hevreh zêde naşibin hev. mesela dema mere li rasta kurdî û righta îngilîzî dinêre yekser xuya ye ku ev hevreh in. lê dema mere dema kurdî û timea îngilîzî binêre dibe ku em texmîn nekin ku ev hevreh in ji ber ku zêde naşibin hev, lê hevreh in. ya duyem hin bêje hevreh in lê wateya wan guheriye. bo nimûne: veşartina kurdî û helmeta îngilîzî hevreh in, lê kî dişê hew li wan binêre û bibêje ev hevreh in, hem wate guheriye hem jî naşibin hev, lê hevreh in. loma min got hayê me ji gelekan tune ye. |
|
12.12.2020 10:02 ~10:05 |
keyomerd
|