Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ev] de;

4. bi asayî ev cînav zayendê eşkere nake. yanî dema em dibêjin "ev hat" ne diyar e ku kesê/a hatiye nêr e yan mê ye, encax bitewe diyar dibe (vî, vê). lê li devera qoserê, ji devla ev û ewê bi gelemperî viya/veya û wiya/weya tê gotin. ev û ew jî hene lê qasî vana ne berbelav in. îja taybetmendiya vana ew e ku netewiyabin jî, zayendê eşkere dikin. bo nimûne dema em dibêjin "viya hat" diyar e ku kesê hatiye nêr e, an jî em bibêjin "veya hat" kesa hatiye mê ye.



17.01.2021 20:15 | keyomerd