19. Şîwenî şehîdanî kurd
Em asmane şîn e, kewa bergî matem e
Tehlîlî wa kirawe ke qubbey xem e, tem e
Çerxêkî kon e, makînekey jengî girtuwe
Çewrî nekey be xwên, pekî sûrranî kewtuwe
Pîrêjinêk e her şewî şûyê deka be xellq
Sûraw be xwênî mêrdî deka, pêy delê: şefeq
Gullgûn be xwênî aşiq e dêwcamekey felek
Çingî pillingî nawete jêr qaqûmî bellek
Gahê be xwênî “alî nebî” sûr ebê Furat
Xwênawî kurdî têkell e Dîcle ke ziyad ekat
Em ‘esrî bîstemî medenîyet le axira
Herlayekî qenare bû bo ême hellxira
Ewyan Yezîdî zallim, em xayinî le’în
Ta key be dest emanewe ya reb esîr ebîn?
Daway heyat ekeyn, be mematî tê degen beşer
Ferqî nîye çi jîn û çi mirdin, çi xêr û çi şerr
Herçî reîsî kurd bû be sêdareda kira
Baqî be mallî Xuwaşewe sûta le agira
Ta êsta hellnekewtuwe, wek gewrekanî kurd
Rohyan spard le rêy wetena, nalleyan nekird
Kê dî be xeyrî mîlletekem lem tebare da
Înşadî şî’rî mîllî le payî qenare da
Serdarî ême bû, ke le ser dar be pêkenîn
Bangî dekird: Be kuştinî min mîlletim dejîn
Şad în û fexrî pêwe dekeyn, bem hemîyete
Mirdin ke bo jiyanî weten bê, mezîyet e
Ax xozge helldekewtewe êmeyiş le firseta
Wêney ewan bijîn le dillî pakî mîlleta
Şert bê hetaku layê le layê nebêtewe
Xwênsendinî ewane le bîrman neçêtewe
Em xwênî kurde herweku xwênî siyaweş e
Xwênî nesênî helldequlê, daîma geş e
Nawî emane lazim e bîkeyne ber hemû
Tehîyicî hîssî mîllî ye bo întîqamî zû
Serdefterî şehîdî weten nawî Xalîd e
Wek nawî Xalîd e, le dilla xoyşî xalîd e
Şêx Qadirî reîsî hemû xanedanî kurd
Mîratî ceddî “kerb û bela” bû, be îrsî bird
Daykî zeman e carêkî tir nayenête dî
Lem kurde da xezenferî wek Sey Mihemmedî
Xo Şêx Seîdî gewre le maddî û me’newî
Nebuwe be ‘ezm û rezmewe pîrêkî wa qewî
Yusif Ziya ziyayê bû. Ax! zû kujayewe
Gewrey Kemalî, rêwîyekî gerr bû be layewe
Duktor Fuad ke rojî ezel eşqî kurdî bû
Ta mird le hesretî wetena, ahî ser dîbû
Dû aşiq in, Fuad û Kemal, herdû bêmîsal
Em eşqeyan geyandbuwe mertebey kemal
Qoçzade qoç bû, wa buwe qurbanî mîlletî
Sed aferîn le roh û le qoçî hemîyetî
Zaten şehîd şerîf e, Şerîfîş şehîd kira
Kurdî qirran bû, qirr le wezî’ û şerîf xira
Lem qaflley mubareke da şaî’rîş hebû
Bo weznî şî’riyan egîne xetay nebû
Bo ême lazim e hemû salê heta dejîn
Em rojî bîstûçiwarî eyare bikeyn be şîn
Pîremêrd
|