Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pîroz] de;

4. peyveka din a ku bi saya medyaya civakî li nav kurdên xwenezan jî belav bûye. bi rastî tiştekî xweş e ku kurdên ne kurdewar jî êdî dibêjin newroz pîroz be û eydî pîroz be (cejn hîn qasî wê belav nebûye :D). herwekî peyvên kerem kirin û mamoste jî. êdî heya bavê min jî dema mişterî tê dibêje keremke, tevî ku di devoka me de divê kerem bik be.

herwiha tirşikvaneka mêrdînî ye. jixwe dema cara pêşî min nivîsên wê xwandin ji devoka wê ez tê gehiştim mêrdînî ye. ji me gazin kiriye ku kes xêrhatina wê nekiriye. ya rast ji bo hêvotina (teşwîqkirina) tirşikvanên nû ev kiryar tiştekî baş e. dema ez jî nû hatibûm tîrêj zana û yûsivî xêrhatina min kiribû û ez jî şa bûbûm. tu jî bi xêr hatî tirşikê. bihêvî me tu bi dewamî li vir binivîsî. tu ê hevaltiyên çak jî bi dest bixî û kurmanciya te jî ê gelek pêş bikeve. û pêşniyazeka min ji bo te ev e ku bi vî awayî nenivîse (ew ê biki, ew ê biçi) lê wek ew ê bike, biçe binivîse. ez jî alîgirê devokparêziyê me lê devokparêziyeka bi rêzimana dirust. bi xêr hatî dîsa *



17.04.2021 10:31 | keyomerd