Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî] de;

8. min çar meh berê li bin vê mijarê peyamek nivîsiye ku tê de vê alfabeyê diparezim, di van çar mehan de min gelek tişt bi vê alfabeyê xwandin ji gelek kesan, çi soran be çi badînî. niha min destnîşan kiriye ku gelek kêmasiyên wê hene û ji bo kurdî nikare bibe alfabeyeka baş.

- kêşeya herî mezin ev e ku ji bo u, w, û heman tîpê (و) bi kar tînin. bi asayî û (وو) wisa ye lê ji ber ku dirêj e yan jî nexweşik xuya dike gelek kes wê jî wek (و) bi kar tîne. bo nimûne کردووە mirov dikare vê bi sê awayî bixwîne: kirdûwe, kirduwe, kirdûe.

- yeka din jî ev e ku hin kes o-yê jî wek van sê tîpan dinivîsin. bi asayî o (ۆ) wisa lê wek (و) dinivîsin. nemaze badînî wisa dikin, min di nav soranan de nedîtiye.

- ji bo tîpên î û y jî heman tîpê (ی) bi kar tînin. ev qasî yên jor ne kêşe ye çimkî jixwe dengên nêzîkî hev in. lê dîsa jî kêmasiyek e.

- tîpa i tune ye. bo nimûne بەرز mirov vê bixwîne wisa ye: berz, lê ya rast beriz e. mirov nikare di nivîsê de van ji hev cihê bike.

- tîpên hûrdek û girdek tune ne, hemû tîp bi awayekî tê nivîsîn.

- di cîhana navneteweyî de rûmeta alfabeya erebî tune ye.

helbet ev kemasi ji bo wan ne giring in çimki ew dikarin tevi kemasiyan ji rast bixwinin. weki ku min li vir ji bo hin dengan heman tip bi kar ani le hun disa ji te gehiştin.

herwa min dît ku piraniya gelê başûrê kurdistanê ji vê alfabeyê ne memnûn in û dixwazin derbasî ya latînî bibin.



10.04.2021 17:01 ~2021.09.12 21:15 | keyomerd

6. rûberkirina tîpên latînî û erebî:
a-ا
b-ب
c-ج
ç-چ
d-د
e-ە
ê-ێ
f-ف
g-گ
h-ه
ḧ-ح
i-tune ye
î-ی
j-ژ
k-ک
l-ل
ł-ڵ
m-م
n-ن
o-ۆ
p-پ
q-ق
r-ر
ř-ڕ
s-س
ş-ش
u-و
û-وو an jî ۇ
v-ڤ
w-و
x-خ
ẍ-غ
y-ی
z-ز
tune ye-ع
herwiha ئ jî heye. ev tîp bêdeng e. dema di pêşiya bêjeyê de tîpeke dengdêr hebe pêşî ev tê nivîsîn. bo nimûne:
ez-ئەز yanî wisa dibe: ئ + ە + ز



28.12.2020 18:22 ~2021.09.05 00:17 | keyomerd

5. alfabeya ku ji alfabeya kurdî ya latînî kêrhatîtir e. tê de tîpên ku di ya latînî de pêde nabin hene. bo nimûne:
غ: celadet alî bedirxan gotiye ku yên bixwazin dikarin bo vê tîpê ẍ bi kar bînin lê kes bi kar nayîne.
ح: herwiha bo vê tîpê jî yên bixwazin dikarin ḧ bi kar bînin lê kes bi kar nayîne. û pa xweşik jî xuya nake lê ev ne kêşe ye.
ع: ev tîp dengdêran diguherîne. bo nimûne "e" wisa ye ە lê dema tu bixwazî wê stûr bikî (wek a di peyva "eynî"yê de) tu wisa dinivîsî عە. ji bo vê dengê hin kes dibêjin ' bi kar bînin.
ڕ: r'ya req e. em dikarin rr binivîsin. ev gorî yên din hinekî berbelav e. alternatifeke din jî ř ye.
ڵ: ev deng di kurmancî de tune ye. loma jixwe em nikarin bipên di alfabeya latînî de hebe. ku hebe jî dikare wisa be: ll an jî ł.



28.12.2020 17:52 ~17:53 | keyomerd

1. bi ya min alfabeya erebî hew ji bo erebî guncaw e. dema di zimanên din de tê bikaranîn alozî derdikevin. û ev alfabe nahêle hayê me ji soranan hebe. soranan jî bi vê alfabê girtine û bernadin. xwezî berdana.



01.08.2020 19:58 | keyomerd