Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kopî kişandin] de;

1. lêkereka tirkî fikirîn û kurdî gotin e. bi soranî غەش کردن (ẍeş kirdin) e ku wateya ẍeşê bi kurmancî fêl, hîle, xap hwd e. bi îngilîzî cheating e ku wateya sereke xapandin e. bi kurdî jî divê yek ji van lêkeran be:
fêl kirin
hîle kirin
xapandin
fen kirin
lêb kirin

fêl, hîle, fen û lêb erebî ne. xapandin jî qenc bi wê wateyê nayê. herwa rîp heye (fêl, hîle hwd) lê min di ferhengan de lêkera wê nedît. dibe ku rîpandin be yan jî rîp kirin be. her çi be jî bi min ya herî dirust û guncaw dê ji rîpê bê. û divê vê jî bibêjim ku eger em van peyvên jor ên erebî jî bi kar bînin deh caran ji kopî kişandinê çêtir e.



28.02.2021 11:51 | keyomerd