Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gerokên tirk li başûrê kurdistanê] de;

1. nizanim çima lê van rojan mişe bûne. vîdeoyên wan jî gelek tên darîkirin. bo nimûne ev vîdeo nîv milyon hatiye darîkirin:



tiştê min di vîdeoyan da dît, piraniya wan tirkî dizanin. lawik diçe ku ve yekî tirkîaxiv derdikeve. û ne hew soran badînî jî wa ne. dema dibêje ez ji tirkiyeyê hatime û ez tirk im her kes li dora wî dîn dibin. ji bo alîkariya wî bikin dikevin rêzê. tew yekî li dirêjahiya du vîdeoyan ew li her derên hewlêrê gerand. jixwe diçe ku ve xwarina wî belaş e. ciyê manê jî hezir e jixwe hezaran malên kurdên mejîşuştî û tirkhez li benda wî ne. tew dema yekî soran got ypg terorîst e rabûm min serê xwe li dîwaran xist. û zilam ji min baştir tirkî dipeyivî bi xwedê, ez hîn k-yan wek q bi lêv dikim ê wî ew wek tirkekî bajarî dipeyivî.

ev jî gerokekên din in:










encam:
wan gerokan têra xwe prîm bi dest xist.
encameka baş jî heye ku nijadperestiya bînerên van vîdeoyan ê kêm bibe.

herwa eger hûn dixwazin wan deran bibînin darî vîdeoyên vana nekin. gelek gerokên biyanî jî diçin wir. tenê li youtubeê iraqi kurdistan binivîsin ê gelek vîdeo werin pêşberî we.



03.05.2021 15:05 | keyomerd