Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zimannasên kurdî] de;

1. çend çewtiyên wan ez ê li vir rêz bikim.

peyvên zindî û zîrek farsî ne. z-ya farsî di kurmanciyê de dibe j, bo nimûne zen/jin, zindegî/jiyan, zîrek/jîr, zeng/jeng, zehir/jehr, zadan/jenîn, pazîrenden/pejirandin. îja nizanim kîjan jîrî/ê ev peyv tev li zimanî kirine.

hin peyvan bêhûde dadirêjin. bo nimûne gerstêrk ku jixwe di kurdî de hevwateyên wê exter û hesare hene, û pirsgirêk ku jixwe di kurdî de hevwateyên wê kêşe û arîşe hene, îja tu çima peyveka din dadirêjî? di nav kurdînûsên me de mixabin gerstêrk û pirsgirêka genî pir berbelav e lê axirkê li badînan hesare, kêşe û arîşeyê bi kar tînin. exter jî xwedê lê xistiye hatiye jibîrkirin.

hin peyvan ji tirkî rasterast werdigerînin. wek pêvajo ku ji süreç-a tirkî çêkirine û herwa pirsgirêk ku ew jî ji sorun-a tirkî hatiye çêkirin ku sorun jî ji meseleya erebî hatiye çêkirin ku ew jî sûalê tê. herwa qeyrana dilî ku ji kalp krizi hatiye wergerandin.

5 zarava û xwedê dizane çend devok hene lê li wan nakolin. hîn jî ji bo neyse-yê peyvek nedîtine, îja bê ka ji van devok û zaravayan ê çend "neyse" derketana. an jî peyveka ji devla pêvajoyê.

helbet bela (ji ber ku) saziyeka fermî tune ye karê wan ne hêsan e lê ev tenê ji bo ew a min dawîn nivîsî kêşe ye.



03.05.2021 16:04 ~2021.05.04 11:49 | keyomerd