Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tîpên cêwî] de;

2. ji bo me kurmancan di peyivîna zimanên din de kêşeyek e jî, çûnku ji ber ku em bi xwezaya zimanê kurmanciyê diramin dema em bi zimanekî din dipeyivin jî em van dengana tev lê dikin. bo nimûne peyva "belkî"yê bi kurmancî bi k-ya nerm e lê bi turkî bi k-ya req e, lê dema em turkî dipeyivin jî em wek kurmanciyê bi lêv dikin. û eve ne hew ji bo turkiyê ye ji bo her zimanî ye, eger kurdek rûsiyê jî bihêvose ê peyva "перемотка (peremotka)"yê bi t-ya nerm û k-ya nerm bi lêv bike, eger haya wî/wê ji van dengan tune be. helbet eve kêşeyeka biçûk e û îhtîmala mezin kes pê nahese jî û dîsa jî ê ji we fam bikin. lê di peyivîna soraniyê de û zaravayên din de kêşe mestir e çûnku gelek peyvên hevpar hene û bi nivîskî heman in lê bi dengî cuda ne. û mirov pê dihese ku çewtiyek heye. yanî eger wun kirdin'a soraniyê bi k-ya nerm bi lêv bikin ê ji we fam bikin lê ê pê jî bihesin ku dengek ne rast e. loma divê haya kurmancan ji van dengan hebe û bizanin kîjan peyv bi kîjan dengî ye.



10.08.2021 15:40 ~22:52 | keyomerd

1. di kurmanciyê de tîpên p, ç, t, k du dengan didêrin, yên nerm û yên req. yên req di tirkî û gelek zimanên din de jî hene, lê yên nerm di nav zimanên kurdiyê de hew di kurmancî û zazakiyê de hene.

wekî wun dizanin di alfabeta me de ev tîpana tune ne. bihane jî eve ye ku divê alfabet sade û hêsan be. helbet ji bo neha eve rast e. bi ramana min divê piştî em bibin xwedî dewlet ev tîpana tev li alfabetê bibin. çimkî jixwe neha hêvosîna alfabetê zor e (ji bo hin kesan) îja ger ev tîpana jî hebin ê gelek sexttir be. jixwe haya gelek kesan ji hebûna van dengan jî tune ye. loma divê piştî dewletbûnê em wan tev lê bikin.

baş e îja ji bo neha divê em çawa bikin? zanîna van dengan gelek girîng e çimkî di rewşa îro de em gelek peyvan ji ferhengê û bi nivîskî dihêvosin. loma em bilêvkirina wan nizanin. ji ber vê divê ferheng bilêvkirina her peyvê diyar bikin. eve ne hew ji bo tîpên cêwî ji bo tîpên din wek ḧ, ẍ hwd jî pêwîst e. neha ji ber ku em bilêvkirina peyvên ku em nû dihêvosin nizanin em bingeha wan xera dikin. eve talûkeyeka gelek mezin e. yanî heya min ji dêya xwe bihîst min kevjalê bi k-ya nerm bi lêv dikir lê min dît ku bi k-ya req e. ji ber vê eve pir girîng e. neha wîkîferhengê dest bi vî karî kiriye û ger di peyvê de tîpên cêwî û r hebe li ber wê dinivîse kîjan e, neha hejmara peyvên "diyarkirî" hindik e lê her diçe mişetir dibe.

wekî min got tîpên cêwî bi du beşan lêk ve dibin: yên req û yen nerm. neha heya ji min bê ez ê ji wan gelek mînakan bidim eger wun jî bi lêv bikin wun ê çêtir tê bigehin. lê berî vê divê wun vê bizanin ku ji bo yên nerm û r-ya req ez ê vê tîpê "ь" bi kar bînim (ji bo mişetir agahiyê (bnr: alfabeya kurdî ya ku hemû dengên kurdî dihewîne)). r ne ji tîpên cêwî ye lê ez ê wê jî binivîsim. herwa wun ji vê besterê dişên bi dengî jî godar bikin: Here lînkê
• p-ya req (p): parzûn, paş, pel, pîs, pelixîn
• p-ya nerm (pь): pьeyv, pьênc, pьanzde, pьêncî, apь, nepьixîn, pьîroz, pьîvan
• ç-ya req (ç): çawa, çi, çima, çêj, çê
• ç-ya nerm (çь): çьem, çьerm, çьav, çьiya
• t-ya req (t): tif, teze, betilîn, lewitîn
• t-ya nerm (tь): tьeng, tьirs, dotьmam, fetьisîn, tьenik, tьenî, tьazî, tьewîn
• k-ya req (k): kêf, kef, kî, kê, kengî
• k-ya nerm (kь): kьew, kьevokь, kьon, eşkьere, kьarîn
• r-ya req (rь): guherьîn, gerьîn, birьîn, berьa (rastî)
• r-ya nerm (r): mirov, mar, bira
• mînakên bihevre: pertьûkь, tьeblîkь, destь pьê kьirin, perьitьîn, pьetьêx, tьextьikь, şkьestьin, herьikьîn, keroşkь, kьevçьî, kьeçь, kьurь, kьûçьikь, pьaçьikь, tьirşikь, zarьokь, çьîrьokь, zîpьikь
• peyvên ku nivîsîna wan yek e lê xwandina wan ne yek e: kêr-kьêr, çal-çьal, terikьandin-tьerikьandin, ker-kьerь, ka-kьa, kanî-kьanî, par-pьar, çil-çьil, kal- kьal, tu-tьu, kar-kьar (wate û bilêvkirina gişan di wîkîferhengê de heye)
li vir hûn dişên bibêjin çima min "ь" ji bo p, ç, t, k yên nerm bi kar anî lê ji bo r-ya req bi kar anî. ez ji we re vê bibêjim: guhê xwe nedin navê wan. tenê bi dengî bizanin kîjan kîjan e çimkî ez jî nizanim çima wan wisa nav lê kiriye. wele bi min t-ya nerm ji t-ya req reqtir e. loma serê xwe bi navê wan neêşînin.

dengnasî ji bo kurdiyê gelek girîng e lê mixabin neha ê jinbavê ye. çend kêşeyên wê hene lê mixabin kes serê xwe pê naêşîne. ez ê neha qala wan kêşeyan bikim. wekî min got di soraniyê de tîpên cêwî tune ne. îja çend peyvên hevpar yên di navbera kurmancî û soraniyê de bi nivîskî heman in lê bi dengî cuda ne. bo nimûne "pê (bi wê)" bi kurmancî pьê ye û bi soranî pê ye. îja di kurmanciyê de çend peyv hene ku ji soraniyê hatine, wek pêwîst û pênûs. ev her du peyvana jî ji pê'ya ku min li jor rave kir tên. îja kêşe eve ye, baş e ev peyvana ji soraniyê ne lê divê em wek soranan bi lêv bikin an bi dengên kurmanciyê bi lêv bikin? kêşeyeka din jî peyvên çêkirî ye. wek peyva "lêker"ê ku ji "lê+kьirin+er"ê tê gorî vê formûlê divê "lêkьer" be lê gelek kes dibêjin "lêker".

wekî din ez vê jî bibêjim çawa hin peyv devok bi devok diguherin hin deng jî dihuherin. bo nimûne em "tişt"ê wa bi lêv dikin: "tьiştь" lê gelek devok dibêjin "tiştь". wekî din em dibêjin "pьêş" lê gelek devok dibêjin "pêş". tiştê zor jî em naşên bibêjin ev devoka rast e ev devoka çewt e.

agahiyeka din jî heya neha min nedîtiye tîpeka cêwî hatibe dawiya peyvê û req be. di kurmanciyê de hemû tîpên cêwî yên ku tîpa dawîtirîn a peyvê ne nerm in, yanî ez hîç li yeka ne wisa rast nehatime. eger wun dizanin ji min re bibêjin.



23.07.2021 19:32 | keyomerd