Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [samsung galaxy tab s6 lite] de;

1. tablêteka îdeal e ji bo şagirtan. min çar roj berê bi buhayê 3800an kerî. mehek berê wan 2800 wan bû. berevajî gelek tablêtan pênûsa wê pê re tê û gelek kêrhatî ye. berî ko bikerim min darî çend vîdyoyan kiribû digot nivîsîna wê qasî pênûsên ipadan ne baş e. lê min pênûsa ipadê jî dîtîye û wekî ko tu çakûçî li kevirî bixî ye. serê wê eşk e û dema li êkranê dikeve mere wekî ko li ser kaxezê dinivîse hest nake. divê mere paperlike screen protector bikere bo vê. lê serê pênûsa tablêta min pir nerm e. mere pê nahese ko li ser camê dinivîse. sepana wê (vbnr samsung notes) jî gelek serkeftî ye. lê kêşeyek heye ko slaytên me bi gelemperî ppt û pptx in û ji bo vekirin û rastkirin û lisernivîsîna wan powerpoint divê lê ewe jî bipere ye. helbet sepanên din jî hene lê qasî wê ne kêrhatî ne. di ipadan de goodnotes 5 heye û belaş e û qasî powerpointê baş e. xwezî samsung notesê jî ppt û pptx vekirana lê hew pdfyan vedike.



26.12.2021 01:26 | keyomerd