Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rêzikên binavnekirî yên kurmanciyê] de;

1. řeng e jî hatibin binavkirin lê min di pertûkên řêzimanî yên ko min xwandine de nedît û min ji mamosteyekî pirsî wî jî nezanî.

di kurmancîyê de hin lêkerên gerguhêz hene ko biresera wan her tim (ji bilî awarteyekê) tê dû wan, ne berî wan. ev bireserane eger lêkera wan bi dema borî tewîyabe jî tewandî dimînin, yanî ergatîvîtî li van bireserane kartê nake. hin nimûne ji van lêkerane: řahiştin, nîyan, řadan, řepandin (nizanim çima bi gelemperî dijûn in). bi van lêkerane em dibêjin "ez diřepînim te" lê em ti carî nabêjin "ez te diřepînim", her wekî vê em dibêjin "min řepand te" lê em ti carî nabêjin "min tu řepandî". û eve ne çewtbikaranînagerguhezîyê ye. wekî din ji van lêkerane řahiştin awarte ye çiku bi du awayan bireser digire. bo nimûne "min tu řahiştî" jî dibe û "min řahişt te" jî dibe. lê mînakên din tenê bi awayê duwem dibin. min di řêzimana kurmancîyê de navek bo vî cûnê lêkeran nedît, an min nedît kesî qala tiştekî weřê kirîye.

yeka din jî eve ye ko dema piştî "ev, ew, van, wan"ê navdêrek tê -a yan -e'yê digire dawîya xwe. li qoser û çend deverên din ên bakuř û řojavayê -a ye, li badînan -e ye. ez fikirîm ko -e standradtir e ji -a'yê wek meseleya devoka nisêbîn û çend deverên din ko bo nimûne dibêjin "xweş a" lê ya standard "xweş e" ye. helbet dibe ko çewt bim jî. niha ez ê çend mînak bidim derbarê vê bikaranînê.
1)ev male mezin e, ev mala mezin e
2)ev wêneye spehî ye, ev wêneya spehî ye
3)ew dîwarane dirêj in, ew dîwarana dirêj in
4)ew kêranê tûj
5)wan mirovane ez dîn kirim, wan mirovana ez dîn kirim
6)em van goştane sor dikin, em van goştana sor dikin

di mînaka sêyem de bala xwe bidinê ko dema navdêr piřjimar be ev taybetmendîye navdêrê ditewîne. eve nemaze di řisteyên dirêj ên ko kirde ji lêkerê dûr ketîye de gelek tiştekî baş e. bo nimûne li vê mînakê bineřin "ev dîwar hîn dema ko kalê min ji mêrdînê vegeřîyabû gundî û bi xwe re çend avaker anîbûn li dora mala me hatibûn çêkirin" heya ko wun gîhaştin peyva "hatibûn"ê we digot qey qala tenê dîwarekî tê kirin, lê we dûře dît ko ne dîwarek tenê ye. eger me ev řisteye bi taybetmendîya ko ez qal dikim binivîsîyaya ê wisa bûya "ev dîwarane hîn dema ko kalê min ji mêrdînê vegeřîyabû gundî û bi xwe re çend avaker anîbûn li dora mala me hatibûn çêkirin" û we dê ji serî de bizanîyaya ko dîwar piřjimar in.

vê carê jî bala xwe bidin mînaka çarem (ew kêranê tûj, bi kurmancîya standard ew kêrên tûj). eger peyva tûjê tune bûya ê "ew kêrane" yan jî "ew kêrana" bûya, lê bi peyva tûjê tiştekî seyr qewimîye û kêr du caran tewîyaye. îja li vir kêşeyek jî heye. wekî wun dizanin li gelek deveran dema peyvek ditewe e-ya dawîn wenda dibe. hetta li hin deveran (qoser jî tê de) a-ya dawîn jî wenda dibe. wek ereba min (ya rast: erebeya min). îja gelo di mînaka me de jî tiştekî wisa bûye? yanî e-ya dawîn a "ew kêrane" yan jî "ew kêrana"yê ji ber tewandinê wenda bûye? eger wisa be hingê divê awayê rast "ew kêraneyê tûj" an "ew kêranayê tûj" be. (bnr: )divê mere li devokên ko vê taybetmendîyê didêrin bikole da em bizanin.

tiştekî din jî eger dû "ev, ew, van, wan"ê ti navdêr neyê hingê ew bixwe -e yan -a'yê digirin û dibin "eve, ewe, vane, wane" yan "eva, ewa, vana, wana". herweha "evane, ewane, evana, ewana" jî hene. mînak: "eve mala min e", "ev male ya min e", "eve şingal e cîyê şêr û egîd û pilingan (ji straneka êzîdîyan)"

ji ber nekin ko evane giş bi hebûna "ev, ew, van, wan"ê diqewimin û ev taybetmendîye di kurmancîyê de tiştekî devokî ye (di soranîyê de standard e) û heya niha min nedîtîye kesî qala wê kirîye û min di ti pertûkan de jî nedîtîye.

welhasil kurmancî zeryayeka kûr û fire ye û hîn em gelek tiştî nizanin



26.12.2021 03:06 ~03:07 | keyomerd