Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pcr] de;

1. pcr (polimerase chain reaction, vebizavên zincîrî yên polîmerazê) azîneyeka kopîkirina dna'yê ye. bi gelemperî ji bo teşxîskirina nexweşîyan, bijîşkîya dadî, analîza genetîkî, testa bavî bi kar tê. van dawîyane ji ber koronayê di rojevê de bû. bi enzîmeka bi navê polîmeraz ji parçeyekî dnayê bi milyaran kopîyên wê tên hilberandin û bi saya vê em dişên wê dnayê hûrbînî bikin. ji bo vê kirarîyê me taq polîmeraz (cûnekî polîmerazan e), prîmerên dnayê (dnayên qasî 18-20 cotebazan [base pair, bp]), dntp (deoksîrîboz nûkleozît trîfosfat, nûkleotîtên dnayê yên serbest) û ava bixwê û amûreka bi navê thermal cycler (çerxînera germayî) divên. pcr ji sê beşan pêk tê, denatûrasyon, girêdan û dirêjkirin. di denatûrasyonê de em germahîyê dikin 90-95 °c bo her du zincîrên dnayê ji hev veqetin (bendên hîdrojenî bişkên). di kirarîya girêdanê de germahî divê 50-55 °c be bo prîmer bi her du zincîrên dnayê bizeliqin. ji bo dirêjkirinê jî divê 70-75 °c be bo taq polîmeraz dntp'yan li prîmeran zêde bike û dnayê dirêj bike. bi vî awayî me pêşî parçeyekî dnayê hebû niha du parçe hene. ev azîneye 25-50 caran tê ducarîkirin û dawîn me bi milyaran kopîyên wê dnayê çêdibin.



07.04.2022 23:29 | keyomerd