413. li qoserê em ji dê re dibêjin ca, loma jî min digot qey camêr ji ca û mêrê pêk tê yanî kesê/a ca (dêya) wî/wê mêr e :D |
|
04.02.2021 07:51 |
keyomerd
|
410. di binê pirteqalan de giroverek heye, berê min digot qey pirteqal ca mendalînan in û mendalîn ji wê giroverê derdikevin * |
|
13.12.2020 10:22 |
keyomerd
|
408. berê dema yên malê digot em ê biçin taziyê min digot qey ew diçin cîhekî ku lê hewuz heye û her kes li wir tazî digere :D |
|
04.12.2020 20:41 |
keyomerd
|
399. sala 2015 dema pêşmerge ji bo herin kobanê ji tirkiyeyê derbas bûn. wê demê ez 13 salî bûm. berî bên qosarê xelk sibê zû li dora rêya îpekê civiyan, ez û diya min jî di seat dehê sibê de çûn. bi hezaran mirov bi ala û rengên kurdistanê benda pêşmergeyan bûn. lê ez bende mam û mam lê nedihatin. seat bû duyê nîvro ez aciz bûm û çûm înternet kafeyê min wolfteam lîst. min pêşmerge nedîtin. xwezî wê rojê nigên min bişkestana ez li wir bimama, xwezî destên min bişkestana min ew lîstika genî nelîsta :( |
|
04.08.2020 23:19 |
keyomerd
|