Tirşik - Profîl
tirşik-profîla nivîskarê gêj

profîla "nivîskarê gêj"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jana werther] de;

7. Min ev pirtûk sala çûyî nirxandibû, ez ê dîrekt copypaste bikim. Biborin min zêde çirandiye *

Axx Werther! Ax rebenê Xwedê Werther!
Goethe vê pirtûkê di nava 2 hefteyan de qedandiye... pirtûkeka wisa bêhempa, meriv çawa dikare di nava 2 hefteyan da biafirîne! Erê, meriv dikare! Ji ber vê pirtûkê meriv dikare xwe bikuje jî! Ji ber ku, ji ber vê pirtûkê gelek kes xwe kuştine. Ji ber van xwekuştinan, pirtûk hatiye qedexekirin. Meriv dizane, ji ber jiyana Werther a kesertijî meriv xwe dikujin! Erê meriv dizane! Meriv bixwîne meriv dê baştir bizane!

Belê min pirtûkê bi tirkî xwend, lê lêkolîna min bi kurdî ye. Ma bi kurdî be wê çi bibe? Ma kîjan ziman, kîjan peyv dikare jan û êşên Werther bînin ziman? Navê pirtûkê bi kurdî "Janên Wertherê Ciwan" e. Heke min vê pirtûkê werbigeranda min dê navê wê bikira "Janên Wertherê Reben" ji ber ku Werher ne ciwan e, reben e! Rebenê Xwedê ye!

Werther bi name name hestên xwe ji hevalê xwe re dinivîse. Bavê keserê Werther, dilketê Lotte dibe. Dilketê celladê xwe dibe! Ji ber evîna Lotte; Werther re mirin divê! Belê, belê mirin divê! Ji ber ku, Lotte destgirtî ye, bi Albert re destgirtî... wê tew Werther negihîje mirazê xwe... mixabin... Di pirtûkê de jêgirtineke wisa derbas dibe, vê jêgirtinê kurtebira pirtûkê ye:
"Ez ji vê keserê re ji gor pêvetir çare nabînim..."
mixabin, hezar mixabin! Bavê keserê çare nabîne...

Ma mirin xelasiye kek Werther? Ma mirin diviya? Mirinê dor li te girtibû! Mirinê hişê te tev li hev dikir! Mirinê serfiraz derket! Ma çareya keserê mirin e? Dibe ku mirin e! Ji ber ku taya evînê Werther difetisand. Taya evînê dev ji Werther bernedida! Ma wê çi bibûya Lotteyê malkambax destgirtî nebûya?.. ma wê çi bibûya Lotte bi Albert re nezewiciya? Ma wê çi bibûya Werther bigihiya Lotte?..



03.05.2021 23:40 ~23:48 | nivîskarê gêj