Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tûjo

profîla "tûjo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çemê çetelê] de;

6. Navê kilama ku dengbêj gevez(dilketiya elî ye) ji devê elî xwarziya ve ji xalê wî evdo begê re gotiye. Çîroka çemê çetelê ku qala serpêhatiya xal û xwarzakî dike, mirov dikare tê de rast li komkujiya geliyê zîlan, li serhildanan, li koçberiyê, li îbo begê parsînê û li evînê bê. Li ser vê serpêhatiyê gelek dengbêjan kilam gotine lê hema bêje tev jî beşên kilama ku yekem car li ser vê bûyerê hatiye gotin in. Vê kilamê jî dilketiya elî, dengbêj gevez gotiye û tê gotin ku kilamek gelek dirêj bûye. Niha du beşên van kilaman hene ku li ser vê bûyerê tên gotin, yek jê kilama çemê çetelê( de xalo) ye ku elî xwarziya dibêje:

De Xalo , xalo çemê çetelê çemekî sar e
Kesî xêrxwazî cewabekî bibe ji xalê min ê evdo begê ra
Destê min di kelepçê de riziyane xalo
Wî de xalo ez girtîme, xerîbiyê...

Û kilama din jî kilama elî xwarziya ye ku evdo begê dibêje:

Elî lo lowa dilê xalê te germa vê havînêê
Elî lawo qidûmê di çokên xalê te de tine ye
Vê sibê tilî û pêçiyên xalê te nagirin merhemekê çê ke bide ser devê kambaxa birînê ye
De rabe, rabe eliyo lo lawo xal bi qurban be
Êla mîra giran e, bête nabe...


Û Carna ez jî wek evdo begê destê xwe didim ber guhê xwe diqîrim û dibêjim
Elî xwarziya vê felekê çima li me ha kir
Çima konê me li serê me de xera kir...



03.08.2020 01:35 ~03:32 | tûjo