Tirşik - Profîl
tirşik-profîla berbest

profîla "berbest"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jdownloader] de;

2. Ji beriya niha 12-15 sal berê rapidshare û hotfile bi nav bû û wê demê kultura arşîvkirina fîlm, muzîk û hwk. populer bû. rapidshare û malperên dî ji bo bikarhênerên free piştî daxistinekê 40-60 deqeyan nedihêlişt daxistineke dî bê kirin .Mirov mecbûr dima li hêviyê bimîne.Li gorî adresa IP'yê bikarhêneran van malperan dizanî ku kê, kengê daxistin kiriye û heta kengê wê astenga daxistinê bidome.Dema modem dihat/bê reset kirin IP jî dihat/tê guhertin kesên ne dixwest her carê modema xwe bi manûel reset bike Jdownloader bikartanî. Di konfîgrasyona Jdownloaderê de "gateway" û passworda modemê dihat nivîsîn. Lînkên daxistinê wekî lîste lê dihat zêde kirin û jdownloader ji wan lînkan bi rêzê ve dadixist. Piştî daxistinekê bi konfîgrasyona modemê diçû modem reset dikir (adresa IPyê diguhert) û piştî wê lînka dî dişixuland û bi vî şiklî heta lîste bi dawî bibe dewam dikir.Jdownloader dikariya bi hesabên premium jî wekî lîste daxistinê bike.
Lê niha çi rewşî de ye nizanim.



28.07.2020 10:05 | berbest