Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şorbeşîra şor] de;

8. @Berxweda, heval şorbeşîra şor bi danê re çêdibe. Ji dêlva şekir jî mero qederê kevçîyê çayê xwê dixêye.
Nîşe: Min terîfa xwarinê ji dêya xwe re pirsî, wek ku ew dibêje çêkirina wê wilo ye:
Naverok:
Nîv qedexê avê dan
2 kîlo şîr
Nîv kevçiyê şekir xwê
Çêkirina Şorbeşîr:
Pêşîya şîrê xwe xweşik biparzin û têxin hundirê beroşa bafûnî. Dûv ku şîrê we kelîya danê xwe qenc bişon û bavêjin nav şîrê xwe. Heta ku danê we nerm bibe bila bikele.( Qederê seetekê).
Dûv ku dan nerm bûn, sihet be xwarina şorbeşîrê amade ye. Hûn dikarin li ber wê pîvazterka jî bixwin bi rastî gelekî xweş li tê.



29.12.2021 23:54 ~2021.12.30 12:26 | pîroz