Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yks2021] de;

18. Xwedê biki ku encam bi dilê hemû xwendevan û ciwanên kedkar ên tirşika me be. Em ji ber we serbilind in û encam çi weri jî xwe aciz nekin. Hûn dikarin carek din jî xwe biceribînin, bela li ber çavê we ne tiştekî ewqasî mezin be.

Nîşe:
Min jî gelek xwe di nav van ezmûnan de ceriband heta ku min tiştek bi dilê xwe anîye. Hêvîya min ji Xwedê ku hûn hemû serbikevin.



28.07.2021 15:24 ~15:28 | pîroz

9. ezmûnên ji bo destpêkirina xwendina zaningehê ne. li tirkî (û bakûrê kurdistanê) ji alîyê rêvebêrîya perwerdehîya xûrt/bilind ve vê sept û lehdê pêk bê. ger xwedê bê erê, li gor rêjeyên fermî îsal ji 2.6 mîlyonan zêdetir kes xwe biceribînin.
hinik şîret û pêşnîyarên min ji bo wan tirşikvanên ko sibe û dizbe bikevin vê ezmûnê hene:
1) berî her tiştî, hûn heta niha şixûlîn, bettilîn lê bêhna xwe fireh bikin piştî vê sept û lehdê hûn ê azad bin wek çûkên berrî. ji lewma dûbarên xwe yî dawî bikin lê xwe zêde pê danexin.
2) we gelekî ked pê herikand ji ber vê encam çilo jî be xwe aciz nekin, dil û vicdanê we bela rihet bi.qedandina îmtîhana jî serkeftinek mezin e, tehb e.
3) berî ko hûn bikevin ezmûnê li ber taştê tiştên dohnikî nexwin ku hûn zikêşî nebin.
4) serê sibêhê zû hişyar bibin û avkê hama laşê xwe dakin, havîn e gelekî germ e divê hûn xwe piçekî hênik bikin.
5) destpêka çareserkirina pirsa, ji waneya ku herî zêde kêfa we jê re tê bikin yan jî her car we çawa dikir bela wilo be.
6) li ser pirsên bîrkarîyê dixwazim vê yekê bêjim, bi wan pirsa re nekevin eks û qayîş ê. zêde zêde 2 caran biceribînin we dît ko nebû dev jê berdin. dûra gava wext ji ber pirsên din ma li wan pirsan vegerin.
7) dûv eşkerekirina encaman, we dît ko pûanek ne bi dilê we ye, salkê din dîsa biceribînin.
nîşe:
min jî 3 sal li ser hev di van ezmûnan de xwe ceriband. nexasim, min a talî jî tiştek bi dilê xwe derxist.
ji lewma hayê min jê heye ko çiqas zehmet e bes ji dêlva ko hûn beşek ne bi dil bixwînin û salên xwe tê de pûç bikin dîsa xwe biceribînin çêtir e ji bo we.
û serkeftinê ji bo we hema dixwazim. xwedê we binecihîne û bigihîne astekî bilind. ev keda we tucar bela winda nebe û hûn jî nehêlin tu kes winda bike.



25.06.2021 18:56 | pîroz