Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dê û bavên kurd] de;

3. (bnr: pevçûnên destmêjê)
(bnr: zarokên pirhejmar)
(bnr: mala ku pevçûn jê kêm nabe)

Hejêkirina xwe ne tenê ji zarokê vedişêrin, ji hev jî vedişêrin. Xwedê, gava piçûk bûm min digot qey dîya min û bavê min dijmunê hev in, ji hev gelekî aciz in. Bes, ev hizir ne tenê ji ber tevger û pevçûnên wan bû. Ji bo ku gelek caran dîya min li xwe mikûr dihat û digot zewaca wê bêdil bû. devgirêdana ji min re çêkirinin. Lê vê talîyê gava xalê min got,"dîya we qedrê bavê we gelekî digirt, kêfa wan ji hev re dihat,hwd." Ez heft ecêbmayî mam. Dûra ez bîr bûm, bi rastî jî kesên ku ji hev tehmûl nakin, ewqas zaroka nayînin. Nexwe, bi rastî jî demek hebû ku ji hev hez dikirin.

Nîşe:
Tiştek din jî li ba Kurda heye, nedîyarkirina hezkirinê di nav civakê de wek nîşanîya sergiranîyê û edebê hatîye pejirandin. Heta, tê bîra min gava em digrîyan an jî me xwe delalî radikir cî de mezinên me bi dîya me de dixeyidîn ku li ber me negere. Lê tiştekî sosret, îro kesên ku nedihiştin dê û bavkê me li ser me bisekini, ber me bigeri li ser zarokên xwe mirînin. Karin ji bo neynûka zarokek xwe dinyayê hilweşînin.



17.07.2021 11:58 | pîroz