Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rêzefîlmên hindî] de;

4. Xwedê, berî aniha çend salan ez jî yek ji wan rebena bûm ko ketibûm xefika van rêzefîlman. Îca heta sibeha şiyar dimam û li ser internêtê ,yek bi yek ji bo binnivîs an jî dûblaja Tirkî min çavên xwe kul dikir. (bnr: bîranînên ku terzînokan dixin laşên mirova)

Lê berî ko ez jî bengî van fîlma bibim, min jî henekên xwe li temaşevanên wan dikir.

Heta rojekê, pîrka min bang li min kir û got: "ka ji xêra xwe şitexalîyên van xelka ji min re biqûlûpîn li ser Kurmancî. " Îca çawa min dest bi karê vergerînê kir, min xwe di fîlmê de winda kir. Ez jê tehmijkî bibûm.

Axir, min çend rojan heta sibeha bênavber xelekên wê peyde kir û min li wan nerî. Lê hengî bilqityên Hindîya rêzefîlmên xwe dirêj digirin, ez pê gêj bibûm û talî min dev jê berdabû ):



10.05.2021 04:44 | pîroz