Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [flapjack] de;

1. Kul û derd ê @ Keyomerd bû.
Bi Ingilîzîthe marvelous misadventures of flapjack yan bi kurtasî flapjack
Xêzfîlma zaroktîya min ko kêfa min gelekî jê re dihat. li ser Cartoon Network ji sala 2008 an heta 2010 a 46 beş weşandî ye.
Mijarên her xelekê ji serpêhatîyên zarokek gewr û piçûk ku navê wî Flapjack e, ji zilamek pîr ku navê wî Captain Knuck'les û ji nehengek şîn ku navê wê Bubbie pêk tê. Kaptanê me zilamek reben û tiroleye ku xewn daxwazên wî rojeke rêya girava şekir ( candied island) bibîni û ji şekir têr bixwe. Flapjack zarokek çîvirî, rûkenok û henûn e û stêra xêzefîlmê ye. Bubbie jî nehengek şîn e ko xwe wek dîya Flapjack radike û jê gelekî hez dike. Ew û Kaptan li hev nakin lê ji bo xatirê Flapjack, Bubie devê xwe dike malkota wan.
Her wiha hin lehengên ecêb û balkêş jî di xêzfîlmê de hebûn. Qasî ko di bîra min de maye:
Larry: şekirfiroşek xesîs ku pîreka wî ji şekir hatibû çêkirin . Ji jina xwe re digot " jinika şekir"
Doctor Barbar: Lehengek balkêş bû ku hem textorîyê dikir hem jî li dikkana xwe jêkirina pora dikir. Meriv hepkî jê ditirsîya.
Zilamê xwedîyê satilan: zilamek ku tije satilên wî hebûn. Hama xwe bi satilên xwe re şa dikir û bi wan re diaxivî.
Nîşe:
Beşa min î favorî ko ji bîra min naçe:
Gava Kaptan û Flapjack siwarî keştîyeke dibin, bêhemdî xwe peykera ber keştîyê ve ye dişkînin û peyker di nav avê noq dibe. Ew peyker jî a keça Poseidon e. Dema ku Poseidon peykera şikestî a kêşka xwe dibîne dîn dibe û wek gûra tê ser wan. Dibêje "bi tenê mercekî ezê bela xwe ji we vekim" û doza li pozê kaptan dike.
Hengî Pozê Kaptan jî dişibe sola Flapjack dixwaze fena li Poseidon bike û şekala yek ji rewîyên keştîyê ji wî dike û pozê Kaptan jî jê dike. lê bi şaşî, ji dêlava ku şekalê bide wî, bêvila Kaptan dide Poseidon. Îca Poseidon jî, camêr pozê rebenê Kaptan diki gepek û dadiqûrtîne. Axir, Kaptan xwe dihese ku bêvila wî ji dest wî çûye



25.05.2021 23:15 ~23:22 | pîroz