Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [derzîya covid-19ê] de;

10. Îro, li binkeya tendûristîyê min a biontech, dosa pêşî li xwe xist. Dibêjim qey ev derzî şeş heb şeş heb tê ji ber vê heta hejmara xelkê negihê şeşê, vaksînê ji pakêtê dernaxînin.
Lêxistina derzî ne bi êş bû, bi derpkê li min xistin û ez şandim malê.Heta niha tu bandorek xerab li ser min derbas nebû.
Ko Xwedê bê erê piştî mehek an jî meh û nîvkê din dîsa herim vêca a dudo li xwe xim.



29.06.2021 15:32 ~15:36 | pîroz

5. Dîya min jî berî aniha 4 mehan, 2 doza li xwe xistibû ger ne şaş bim, a wê sinovac bû. Mixabin, piştî vaksînê ew jî pê ket û dûra ê malê hemû pê ketin. Lê me zêde giran derbas nekir. Hundirê 10-15 rojan em hatin li ser xwe.
Semptomên ko herî zêde li ser dijwar derbas dibû, sota pozê min bû û ta'ya şevê bû ku dikir ku heta sibeha laşê min bicirife, xew li min diherimand



16.06.2021 23:39 | pîroz