Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên tirşikvanan ên roja erefetê] de;

1. Do, nizanim çiqas min xwest ez razêm jî qey ji germa qey hengî betilîbûm xewa min nedihat. Dûra ji nifştekê hat bîra min ku hindik maye ji cejnê re û pê re jî bîranînek min hat ber çavê min û ez kenîyam.

Em hîn nû ve hatibûn Izmîrê û wek hemu Mêrdînîyan mala me li alîyê Qelê bû. Berî eydê rojkê an jî du rojan em çûbûn bazarê. Wan çaxa gelekî piçûk bûm û Xaltîka minî mezin ji destê min girtibû. Êvarkî bû û derdor hêdî hêdî tarî dibû, gava em li ber destgehan dimeşîyan bala min destgehek ku li ser we tije çente hebû kişand. Îca belkî, hun dizanin gava eydê zarok derdikevin ko şekira bidin hev, divê ên keç çentekek wan hebe ku şekirê xwe têxênê û forsa xwe jî pê bikin.
Îca di nav wan çenta de çentekek hebû spî ko bi morîkan wêneyê masîyek li ser hatibû neqişandin.Îca her ku şewqa enterîkên li ser tenta destgehê lê diket bi hezar rengî diçûrisî. ( hîn dîmenê wê li ber çavê min e). Wê wextê ez dil ketim wê çentê û min pêş xaltîka xwe kir. Xaltîkamin ji çentefiroş re pirsî zilam jî got filan milyonî ye. Baha bû hepkî ji ber vê me nekirî û ez kelogirîbûm. Lê heta ku em sûka xwe biqedînin qey min bêhemdî xwe mehdê xwe kirîye îca nêzîkî em vegerin malê xaltîka min got :"ne ji te bi qedir e." Ji destê min girt û em çûn ber destgeh me bi bazarê wî çentî kirî. Îca hengî kêfa min hatibû wextî baskê min derketa.
Gava em vegerîyan malê, min çentê xwe pêş ên malê kir ew jî gelekî ecibandin.
Nîşe:
Yaw, zêde nayê bîra min lê piştî eydê çilo min ew çente carekê an jî du caran xist pîyê xwe, min dît ku ew morîk xwe jê berdan, belawela bûn. Ma çiqas qeherîbûm! Lê ji ber ku dewsa qulên derzîye mabûn hîn jî ew masî li ser bû û kêfa min pir tianî(:



15.07.2021 11:43 ~11:47 | pîroz