Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [prom] de;

3. Çandek Amêrîkî ye ku dema zarok/ciwan xwendina xwe diqedînin şahîyek hem di nav xwe de hem jî bi mamosteyan re li dar dixin. Pir caran dawîya şahîyê de hilbijartinek çêdibe ku keçika herî xweşik û xortê herî rind tê neqandin û tacek û textek ji wan re amade dikin. Axir çandek gelekî bedew e. Xwezî li vir jî tiştekî wilo heba.

Nîşe:
Belê, li Bakur jî gelek şahîyên wilo ava dibe ji ber mamostan û xwendekaran lêbelê heman tamë nade.

Nîşe2:
Yaw, ma ez bêjim çi law, dema ku min xwendin qedand li dibistanê jî şahîyek wilo hat lidarxistin bes tu kes bang li min nekir. Hayê min jî ji dîroka wê tunnebû ji lewma kirasê min û sola min di destê min de man. Dûv re min ew tişt gişa da xelkê ji bo xêrê.
(bnr: ji bo her salek trawmayek min heye)



20.07.2021 22:07 ~22:12 | pîroz