Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [max kruse] de;

5. Ji bo berbelavkirina navê Kurdî xebatek gelek baş e, Xwedê xêra camêr binivîse ku navê netewa me nav çavên dijminan xist û bi dengek bilind jî li ser tora civakî tax veda.

Nîşe:
Bi xêra îstixbaratê jî hayê min ji rûpela bûkê çêbû. Keçik bedew e, wek ku li jor gotine tu pêwendîya wê bi zimên re tunne ye lê ez yeqîn nakim. Ko keçik ewqas ne li ser netewa xwe ba camêr tiştek wilo nedikir.
Axirê, Xwedê xweşî û hezkirinê ji nav wan kêm neke.
(bnr: îstîxbarata tirşikê)

Êdît:
Keçik Mêrdînî derket, her bijî keçê, min çavê te xwarê! Lê ez dibêjim qey ev ji xweserîya keçên Mêrdînê ye.
Tê bîra min di sala 2019 an dema ez diçûm dersxanê lawikek Tirk hebû. Wilo bejin wek şitla rîhana, esmer yekî lihevhatî bû bes Tirk bû, min bala xwe zêde nedidayê. Îca hengî kêfa wî ji min re dihat ji bo min xwe fêrî çend peyvên Kurmancî û axaftinên rojane kiribû. Her ku min didît Kurmancî silava dida min, tiştên ku hîn bibû ji min re digot.
Dûra em ji hev qetîyan û me hev nepirsî, nihaka ez dibêm qey endezarîyê dixwîne.



25.07.2021 21:51 ~2021.07.26 18:57 | pîroz