Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [george r. r. martin] de;

4. Nivîskarê rêzpirtûkên ji honaka fantastîk a game of thronesê (bnr: got) ye. Camêr bêhemdî xwe min kiribû bengîyên pirtûkên xwe û ên honaka fantastîk bes dûv ku rêzefîlma got bêrîka wî tije kir çavê wî hat girêdan û nema nivîsî û kezeba min kir girar. Qederê 2 salan bendî pirtûkên nû mam lê camêr gûh neda, min jî talî dev jê berda ji ber ku hengî çîroksazî bi hûrgilî hatîye honandin û leheng tije ne, gelek tişt ji bîra min çûye. Bi rastî ger pirtûk bên çapkirin jî ez bi xwe re nabînim ku ji serî de bixwînim.
ne bi siheta te george r.r. martin!

Nîşe:
Ger vergera rêzpirtûkan bi Kurdî were çapkirin di paşerojê de ezê bixwînim lê wekî din, na!!



27.08.2021 07:18 ~07:20 | pîroz