Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dopamine] de;

2. Dopamine yan PROLACTIN INHIBITOR HORMON (PIH). Hormonek sereke ku kiryarên wê yî sereke şikenandina bandorên hormona (bnr: prolactîn ( a şîrê)) û hinik hormonên din e.
Dema jinikên avis dizên û şîr didin zarokan, hormona PROLACTIN zêde dibe û bandorek neyînî li ser hormona dopamine dike ji ber têkîlîyên antagonîst (berevajî) asta dopamînê gelek kêm dibe.
Gelek tiştên girêdayî derûnsazîya mirovan wek kêfxweşî, rewşa xenêbûnê, bihnfirehî, xew ji alîyê dopamînê dadiwere. Ji loma kêmbûna wê, rê ji bo nexweşîyên derûnî vedike. Her wekî din sedema depresyonên piştî welidandinê, li ber şîrdanê gelek caran girêdayî bandora neyîni a hormona prolactînê ye.



22.10.2021 12:20 ~12:37 | pîroz