Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwelî li ser] de;

28. Tirşikvanê ku do ji qewla wî ji ber ku min û hezkirîya wî (bnr: biaqila malê), me xwe di nav kolanên Izmîra şewitî de winda kirîye hevdîtina me hebikî dereng çêbûye.
pîroz/136554
Lê dema me hevdu dît yekser çi di nav dilê min de hebû min jê re got. Bi rastî jî dibê ku ji ber bandora wêneya wî yê profîlê bi, gava yek digot xwelî li ser teqez kûrikek piçûk ku zirkulavik li ser serê wî, û tilîyek wî di pozê wî de dihat li ber çavên min...
Îca, dema min ev got; em têra xwe kenîyan û me sûretek wî bi vî rengî girt.( bes tilî ne di pozê de bû...)
Axirê, kêfa me ji hev re hat, me civata xwe xweş kir. Qala serpêhatîyên xwe, tirsik.netê û zehmetîya jiyanê kir. Gelek caran wek ku biaqila malê dibêje; dema meriv yekî ji internêtê nas dikeve dikeve heyira axaftinê lê ji ber ku em Kurd bûn, me her yek jî têra xwe ji vê jiyanê şeqam xwaribû û doza me yek bû, em kedkar bûn, ji hejartîyê filitîbûn, xerîbîyê kişandibûn, em tucar ji hêla axaftinê nexittimîn. Dorê dorê herkes kela dilê xwe bi şêwazek xweş tanî ziman.
Axirê, camêr wek hevala xwe yî delal, xortek ji dil, kedkar, xwende,zane û jêhatî bû. Dema diaxivî bi Kurmancîyek xweş deng vedida ku meriv jê fêhm dikir ku torîyek ji çiyayên herekolê qetîyaya û xwe avêtîye civata me.
Bi dîtina her du tirşikvanên qedirgiran, hêvîyên min ji bo gel xûrt bûn... Hêvî dikim di paşerojê de ew û dilketina xwe ji xwe re bisitirin û zarokên mîna xwe xwedî dikin û bi hev re 100 sal derbas bikin...



08.09.2021 09:28 ~09:29 | pîroz