Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [how i met your mother] de;

9. Rêzefîlmek Amêrîkî ko ji 9 sezonan pêk tê. Navê rêzge çiqas min dîya we çawa nas kir be jî çîroksazî, piranî li dora evîndarî û hevaltîya 5 lehengan: Tedd,Barney, Marshall, Lily, Robîn û serpêhatîyên wan hatîye hûnandin.
Dixwazim çend tiştan li ser lehengan û têkîlîyên wan bêjim:
Hevaltî: Têkîlîya ko di navbera 5 kesên yek ji yekê xerabetir û beradayîtir hatîye girêdan.

Tedd Mosby: Lehengê ko kêfa min herî kêm ji wî re tê. Ne zilamek dilsoze, ewqas qala evîn û hezkirinê dike lê ji bo Robîn kari xayintîyê bigihîne herkesî. Kûl û ketîyê Robîne heta kari dîya zarokên xwe lê bike qûrban.
Ji Barney xûrûfîtir û hartir e.
Lilly: Diza rêzefîlmê ye. Xwe gelekî dibîne. Dixwazi bandora xwe li ser jiyana havalên xwe qût neki û 2-3 caran navbera Tedd û dergistîyên wî xira diki. Xebîneta Marshall e ko ketîye nav lepên vê jinikê.
Marshall : Kêfa min pir jê re tê heyfa wî Lilly anîye. Zilamek henûn, dilovan û hepkî jî aqilê wî sivik e.
Barney: Zilamek bahlûle lê piştî xayintîya hevala xwe dibe yekî xirabe û xûrûfî. Bi hezar lîstik û derewan jina dixapîne û her şev yek ji wan dikevi xefika wî. Tola xwe ji jina bi vî awayî dihilîne. Wekî din, nivîskarê sonda biratî (bro code), hunera xapandinê (play book) ye. Û waneyên wî yên derewîn li ser dîrokê meriv ji kena difetisîne. fake history lectures of barney
Talîya talî ew jî dikeve xefika Robîn û gelekî tehde jê dixwe.
Robîn: Şermota ko dewsa qeremûşkên ko di dilê Barney hiştîye bi navûdeng bûye.
Lehenga ko hem jê aciz im hem jî ji alîyek dizîka dişibînim xwe.):
Jinek ko bêşdarî jiyana kê dibe, dinyayê ji wan re dike jehr. Xweperest e û çavên wê ti kesî nabîne. Hîn nizane ew xwe çi dixwaze, ji xelkê doza dike. Neheqîya ko li Barney kirîye dijmin dijmina nake. Axir, jinikek lê nehêjayî ye ko zilam li ser şer dikin.

Ji alîyê evîndarî jî dikarim bêjim, hama li ser hezkirina Robîn disekine. Carnan hengî diqeherim dibêjim, nexwe navê fîlm jî divê bûba" Min çawa ji Robin hez kir, hem mala xwe hem a rebenê Barney xira kir?

Nîşe: Ji bo derbaskirina wextê vala berhemek xweş e lê qasî ko xelk mezin dikin pesnê wê didin nexweş e. Sebra meriv lê tê û meriv xwe ji bîr dike, ewqas. Wekî din, we heta niha darî lê nekiribi jî ne xisar e.



23.04.2021 19:25 ~19:26 | pîroz