Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pîroz

profîla "pîroz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îtîrafên tirşikvanan] de;

474. Gava cara pêşî min suretên @sîmurg56 dîtibû, min digot Xwedê ev camêr dişibe yekî lê min dikir nedikir min pê dernedixist ku min ew dişiband kê.
Îcar vê êvara septê piştî çend mehên din gava ez û birê xwe li ber behrê bûn û em diaxivîn hat bîra min. Sîmurgê tirşikê dişibe birêz sean szlees ku afîrenerê regular show a cartoon network e.

Sean Szlees
Here lînkê



17.07.2022 00:39 | pîroz

471. biwêjên kurdî/139577
Dema gotinên wilo li ser zayenda jinan ji jinan dibihîzim bi rastî hem li ber xwe dikevim hem jî diqeherim.



11.05.2022 01:05 | pîroz

459. Dema li lîse xwendekar bûm, kêfa min gelekî ji yekî re dihat û qederê 2 salan min hejê kir. Dibêjim qey kêfa wî jî ji min re dihat lê tucar xwedêjêrazî ne ew hat li xwe mikur hat ne jî min rojkê jê re got . (bnr: dilketina platonîk)
Axirê, bobelatkê mezin di serê me de teqîya û ez jê derbas bûm.
îca tirşikvanên zîz û ezîz, ev lawik kengî dikeve xewnên min karê min naçe serî, tiştên nebaş li ser hev diqewimin, ez dişikim û dilê min ji her tiştî sar dibe...



05.10.2021 22:18 | pîroz

455. Îro ne kêm ne zêde salek min di tirşikê de derbas bû. Min hêvî dikir berî salvegera yekem ez ê 400 peyaman re tirşikê tirş û şor bikim lê nebû....

Wekî din pêşîka spasîya xwe li xwedîyê tirsik.netê, birêz @simurg56 re dikim ku derfetek bêhampa li ber me xistîye ku em dikarin li derbarê gelek tiştan şîrov û zaniyarên Kurmancî bixwînin û li ser zêde bikin.
Bi rastî ez ji xwe ne piştrastim ku min heta nihaka tiştna li ser vir zêde kiribe bes tirşik ji ziman û çand bigirin li ser hevaltî û hevrêtîyê jî gelek tiştên bi qedir da min.
Ji ber vê ku Xwedê bê erê, heta ji min hat ezê li vir çalak bim, ger ez nenivîsim jî hema ji bo çeppikdanînê û serdana dost û hevala ezê li van dera bim!
Nîşe:
Spasîya hemû moderator û nivîskar û çi virnî/tena/çomez hebe dikim!
Hêvîya gelek salên bi hev re bi hezkirin, zanebûn û xweşîyê de we silav dikim!



30.08.2021 21:59 ~22:07 | pîroz

454. Di nav stranên gelerî ev gotin gelekî derbas dibe:
Paşakî adil rabû, serê zalima birî

Min digot qey paşa li ser serê xelkê dibirîya lê dûra ez tê gihiştim ku çêl "serjêkirin"ê dikin....



07.08.2021 22:58 | pîroz

449. Berî aniha çend rojan min xeftanek bedew li ser sepana dolap ê kirîbû lê gava giha ber destê min ez heft ecêbmayî mam. Ne ku xeftan ne xweşik e lê bûçikê wê nîn in yanî bêzendik in!

Nîşe:
Erê law, fenek wilo gihandine min, ma ez ê herim xwelîya kîjan tenûrî li ser serê we werdim!



29.07.2021 12:11 | pîroz

433. 7-8 salî bûm. Xalê min î piçûk, 3 xwişkên min û ez, em bi hev re diçûn mizgeftê ji bo em fêrî xwendina Qûr'anê bibin. Melayê ko me fêrî Qûr'anê dikir zilamek Tirk bû û ji binî ve Kurmancî nizanîbû. Û me, ne bi tenê li ser xwendina Qûr'anê li ser ola Islamê jî xûrt dikir. Rojkê, babeta îtîqadan vebû û ji me re got : hûn Şafî ne, ez jî Henefî me."
Îca em û şagirtên din matmayî man. Belê em dizanîbûn "Şafî" çi ye û em jî li ser wê bawerîyê ne. Lê Henefî ! li ba me em ji "kanî( musluk)" re dibêjin "henefî".
Îca aqlê me jê nedibir û em dipirsîyan, me digot" Çi tiştekî ecêb! ka mamostê me li kû henefîyê li ber zaboqê li kû?"
"Meriv çawa dikari bibe henefî? ew henefîya ko av jê diheriki!"
Îca gava ev serborîya me tê bîra min, dibi tîqtîqê kenê min. (:



26.03.2021 00:33 | pîroz

432. îtîrafên tirşikvanan/131918 Ez jî carnan li ser vê difikirim lê dûra pêl şêytanê xwe dikim. ;)))



23.03.2021 18:53 ~18:53 | pîroz

427. Berî her tiştî îtîraf bi Kûrdî "mikur hatin" e.
Heta niha havaltîyek min jî berdewam nekir. :(



23.02.2021 23:19 ~23:19 | pîroz