Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hueyn

profîla "hueyn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [signal] de;

8. sepana ku min dilekî xemgîn ji telfona xwe rakiriye. Zahf kêmasî û xeletiyên servîsa wan heye. Gelek caran peyam nayên ya jî dereng tên. Jixwe hemû nas, malbat hwd. giş li lanetlêhata whatsappê ne.



14.05.2021 22:42 | hueyn

6. Yek ji birêvebirên signalê brian acton e ku damezrênerê whatsappê bû piştre ji Facebookê re firot û xwe avêt milê zuckerberg. ji ber vê aqlê min ji signalê nabirê. çiqa bibêjin em non-profit in felan bêvan jî dikarin sibe bifroşin kompanyayekê mezin.



17.01.2021 00:28 | hueyn

4. sepana ku min di derbarê wê de nivîsekê berfireh nivîsiye;

Here lînkê



10.01.2021 19:37 | hueyn

1. sepana bi ewlehî ya peyamê ye. piştî zordariya whatsappê rêjeya daxistina wê zahf bilind bûye.



07.01.2021 23:58 | hueyn