Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simbêlqeytan

profîla "simbêlqeytan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şêlim] de;

2. Li kercewsê sewzeyek nirxgiran e. Nizanim belkî ji ber xizaniyê belkî ji ber dijwariya jivistanên berê an jî tengasiya demên borî ye.

Dibêjin li kercewsê demekî hatiye xwestin balafirgeh çêbikin lê belê gelê kercosê dîtine ku cihê firokgeh bê avakirin zeviyê şêliman e rê nedane zevî bê malhemûkirin û firgeh bihê avadanî kirin.

Wekî dî pîrika min her vedigot carekê caran mêvanan hatiye gundekî kercosê. Jina malê ji bo ku qîmetdana xwe bide nîşan dixwaze xwarin çêbike ji mêvanan re. Ji ber ku şêlim li kercewsê gelek biqîmet e cara pêşî biryar dide şêlim û savar çêbike. Lê pê re difikire û di nav xwe de dibêje;

Ezê hemû şêliman çêbikim talanî ye.
Û nîvê şêliman çêbikim ev jî hetikandî ye.
Hîç çênekim eyb û şermezarî ye.


Dû re biryar lê tînê ku şîv çênekê hê çêtir. Hezkirina şêliman li pêş digre destê wê naçe şêliman. Û mêvanan bê şîv dihêle.



2021.01.23-19:45 ~19:51]| simbêlqeytan