Tirşik - Profîl
tirşik-profîla asîmanê sêwî

profîla "asîmanê sêwî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ceyrana qaçax] de;

7. Dema ku li bajarên Tirkan ji bo ceyranê hewldan tên dayîn, li navçeya xweş û şêrîn Farqînê siyasetmedarê kurd Dr. Yûsûf Azîzoglû şaredar e. Azîzoglû, kesekî welatparêz û şareza bûye.

Hê wê demê ku his û pisa ceyranê li Kurdistanê tunebûye, Azîzoglû anîna ceyranê ya Farqînê ji xwe re dike xem û ji bo vê dest bi projeyekê dike. Di dawiya salên 1940’î de Azîzoglû, çend teknîker li Farqînê li hev kom dike û ji bo hînbûna teknîka hilberandina ceyranê ew dişîne Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê.

Di serî de Azîzoglû vê koma teknîker ku mil dane ber vî karî (yek ji van teknîkeran Tûran (Koçer) Beg e) bi biryar in ku ceyranê bînin Farqînê. Di encama lêkolînên xwe de ava Kaniya Mezin di hewzekî de depo dikin, mekanîzmeya santrala hîdroelektrîkê deynin serê û ceyranê hilberînin. cara yekemîn di sala 1949’an de ceyran li Farqînê tê hilberandin û belavkirin. Destpêkê kuçeyên Farqînê bi ceyranê tên ronîkirin, piştre mal û xan pê tên ronîkirin. Herî dawî ev ceyran ji Hezroyê re jî tê şandin.



17.01.2021 22:30 | asîmanê sêwî