Tirşik - Profîl
tirşik-profîla asîmanê sêwî

profîla "asîmanê sêwî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [podcastkurdi.com] de;

8. weke piraniya hewldanan di nav wan de jî tiştine neyînî qewimiye û dawa heyf û tolê li ser twitterê dikin. (bnr: cancel culture)

qismekê endaman (Fatoş Stêrk, Mevlüt Oğuz, Roza Sîerra) nerazîbûna xwe nîşan dane: Here lînkê

Guhdarên ezîz,

Em her sê damezirîner û podcasterên platforma Podcastkurdî yên ku navê me li jêr hatîye nivîsîn, em radigihînin ku em ji ber hin sedeman ji projeyê veqetîyane! Bi kurtasî em dixwazin sedemên xwe ji we re jî eşkere bikin: Destpêk jî tê de me bi awayekî çalak di nava hemû merheleyên avakirina Podcastkurdîyê û hemû xebatên wê da cih girt. Di serî da divê em destnîşan bikin ku Podcastkurdî nefermî ye ango ne platformeke di bin hikmê şexsekî da ye: Ji sedî sed platformeke kolektîf e û tevî me, hemû endamên wê bi dilxwazî beşdar bûn û wisa ava bû lê mixabin em pê hesîyan ku bêyî bi me bişêwirin serî li fon/hîbeyên navnetewî dane. Divabû derbarê hemû hûrgilî û merheleyên serlêdanê da em bihatina agahdarkirin û hemû xalên budçeyê bi me ra jî bihatina parvekirin. Tevî me daxwaza zelalkirinê jî kir, hewl dane ku me di ser guhê xwe ra biavêjin. Talîya talî jî dema me bi israr daxwaza zêdetir agahîyan kir, bê fedî ji me ra gotin ku “fikir ya me ye” û xwestin ku me her sê damezirîneran li derve bihêlin; wisa kirin ku heçku em ne damezirîner in lê kesin wisa ne ku ji derve ve kar ji wan ra dikin. Em li Sazîyên Civaka Sivîl (SCV) kar dikin, em dizanin bê SCV çawa kar dikin. Herwiha em gelekî giringîyê didin qaîdeyên etîkî û exlaqê karî û bêguman em ferqa damezirîner û xebatkar/piştgiran jî gelekî baş dizanin, em ked û rola kesekî jî înkar nakin lê Rabîa Çetîn û M.Salih Bedirxan li Podcastkurdîyê bi awayekî ne exlaqî em li derve hiştin. Çawa ku me mafê kesî binpê nekirîye herwisa em nahêlin ku tu kes mafê me jî binpê bike. Wekî encam, her tiştê ku bi kurdî û ji bo kurdan were kirin bi qîmet e lê dema ku ji bo kurdan tiştek bê kirin divê nebe hêncetek ku mafê hineke din were binpêkirin û xwarin!

Damezirîner û Kedkarên Podcast Kurdîyê

Fatoş Stêrk, Mevlüt Oğuz, Roza Sîerra


Rabîa Çetîn û M.Salih Bedirxan jî wek parastin van tiştan gotine: Here lînkê

Guhdarên hêja û ezîz! Weke ronkirin û zelalkirinekê em vê daxuyaniyê li we hemû ezîzan belav dikin.

Di Çileya 2020an de me Kordînatorên Podcastkurdiyê Mehmed Salih Bedirxan û Rabîa Çetin biryara avakirina Podcastkurdiyê da û di Sibata 2020an de Mehmed Salih Bedirxan domaîna (Navê Podcastkurdiyê) stend û dest bi avakirina malpera wê kir.

Di proseya avakirina malperê de me peywendî bi Mevlut Oguz, Fatoş Stêrk û Roza Sîerra jî kir û pêşniyaz li wan kir ku ew jî podcastan çêbikin. Pêşniyaza me ji aliyê Mevlut Oguz, Fatoş Stêrk û Roza Sîerrayê jî di hevpeyvînên medyayî hatiye piştrastkirin. Her sêyan jî ev daxwaza me pesend kirin û piştî bi dawîbûna amadekiriyên teknîkî û îdarî di 21ê Adara 2020an de me dest bi weşana xwe kir.

Herwiha piştî me dest bi weşana xwe kir û me podcast belavkirin bi 3 mehan weke kordînatorên Podcastkurdiyê me projeyeke piştgiriya medyayî amade kir û serî li fonên navneteweyî yên medyayî da û me fon wergirt. Di wê heyamê de me, hem kordînatoriya Podcastkurdiyê kir û hem jî me kordînatoriya projeye kir. Herwiha Mevlut Oguz, Fatoş Stêrk û Roza Sîerra jî di projeye de weke edîtor û podcaster xebitîn.

Guhdarên hêja, piştî wergirtina fonê bi dehan rojnameger, lêkolînaran û her sê birêzên navê wan li jor hatine bilêvkirin di vê heyamê de ji me re podcast amadekirin. Heta bi dawîbûna proseya projeya hem hersê podcasterên me û hem rojnamerger û lêkolînerên ji me re podcast amade kirin heqên telîfên xwe wergirtin.

Ji bo me gelekî ecêb e ku di heyama sal û nîvekê de Mevlut Oguz 13 podcast, Fatoş Stêrk 15 podcast û Roza Sîerrayê jî jî 5 podcast amade kirine û îddîa dikin ku ew ‘’xwedî’’ û ‘’damezrînerên’’ Podcastkurdiyê ne. Ji bilî amadekirina podcastan birêzan çi kar û postek di Podcastkurdiyê de wernegirtine.

Guhdarên hêja piştî bi dawîbûna projeya me ya medyayî her sê edîtoran xwe li ser me ferzkirin ku ‘’Çima ew ji proseya amadekirina projeyên medyayî, birêvebirina bûtçeya projeye nehatine agahdarkirin?!’’ û em bi ‘’gendeliyê’ tohmetbarkirin. Ligel tohmetan ji ser e-maîlê gef û tehdîd li me xwar in.

Di demeke wisa de ku gef û tehdit li me hatin xwarin, em amade nîn in ligel çi kesekî ji wan rûnên û rêya diyalogê bigirin ber xwe.

Guhdarên hêja û ezîz, ti teşebûseke medyayî neçar nîne edîtorên xwe ji her proseyeke navxweyî û derekî ya medyayî agahdar bike.

Bi xemgînî her sê şexsên navê wan li jor hatine bilêvkirin hewl didin bi gotin û daxuyaniyên dûr ji aqilan êrîş û heqaretê li me û platforma me bikin.

Weke teşebbüs û platformeke medyayî Podcastkurdî hem navê wê hem jî markaya wê li ser navê kordînatorê me Mehmed Salih Bedirxan e.

Em bûne dengê bi dehan rojnamegeran ku çîrok rûdan û serpêhatiyên milletê me li herçar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê vediguhêzin ser platformên podcastan.

Podcastkurdî berdewam e, di amadekirina podcastan û li ser kare xwe ye. Bila guhê we li ser me be.

Mehmed Salih Bedirxan / Rabia Çetîn



12.03.2022 03:53 ~04:32 | asîmanê sêwî