Tirşik - Profîl
tirşik-profîla asîmanê sêwî

profîla "asîmanê sêwî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mêvanî] de;

3. li ba me gîskekî xeyalî yê bi navê hepşo heye. dema mêvan diçin malekê û heywaneke wê malê nebe ku ji mêvanên xwe re serjê bike, hepşo diçe wê malê û xwe serjê dike, xwe digurîne, goştê xwe dişo, piştre dipijîne û diçe ber mêvanan. piştî ku mêvan goştê hepşo dixwin, hestiyên hepşo mîna berê dîsa dibin gîsk û diçe cihê ku jê hatiye.

hin caran jî hepşo diçe mala feqîr û belengazan û xwe ji wan re dike zêr û zîv, da ew mal debara xwe pê bikin. ev hawe nîşan dide ku li ba kurdan mêvantî çiqas girîng e.



06.02.2022 13:32 | asîmanê sêwî