Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [biwêjên kurdî] de;

153. (bnr: zîn bizinê kirin)
Wate: pir bilez bûn, pir ecele kirin.
Mînak: em hema çûn hê nû rûniştibûn, ewî Zîn bizinê kir got de em rabin.



06.11.2023 18:29 | pêşewa

151. (bnr: derbasiya dinê)
Li devera me da bersivekî pirsyarên "tu çawa nî, çawa diçe" ye. Ku rewş monoton be, bersiv wiha dibe.
Mînak:
+ Merheba tu çawa nî, baş î?
- Sax bî ez baş im, derbasiya dinê ye. Tu çawa yî?



12.04.2023 12:56 ~13:02 | pêşewa

150. (bnr: ser dewra adem pêxember mayîn)
Wate: ji bo fikir û hereketên zehf paşvemayî û paşverû tê gotin.
Mînak:
+ew cilên xwe bi destan dişûn, makîneya wan tunne.
-ohoo, ew jî ser dewra adem pêxember mane.



14.02.2023 15:01 ~15:01 | pêşewa