Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yılmaz güney] de;

45. Derhêner, lîstikvan û senarîstê ku nêzî 2 salane bi destê nijadperestên tirk li ser medyayê tê lînç kirin, îddayên bê bingeh û îftîra tê avêtin. Sedemên lîncê dine rêzê: dujminatiya jina, kuştina zarokek û dadgerekî û axaftina wî ya enstîtuya kurd a parîsê li 21.03.1984 ser rizgariya kurda. Ew her îddayên jorê teqez bin wan tije nakin, çi îsbatên wan tunne ye û gorî şîroveyên xwe wan bûyeran dînin ziman, xêncî îdda dawiyê. Ji xwe sedemê vê lînç û nefreta wan axaftina wî ya parîsê ye. Ji ber ku ew jî zanin îddayên dujmintiya wî ya jinan bê bingeh e û bûyerên ku mînak nîşan didin hev cuda û bê eleqe ne. Kuştina zarokê bi qezaya trafikê pêk hatiye û wekî din hemû tiştên hatî gotin bê îsbat in (bi alkol bûn, bi lez çûyin hwd.) Kuştina dadgerê navçeya yumurtalıkê ji xwe tê zanin ji ber çi ye, heta qet negotiye min kuştiye. Lê kul û derdê wan axaftina wî ya parîsê ye. Ew dibêjin çawa kurdekî serkeftî derkeve wiha bêje, çawa qala perçekirina tirkiyê bike. Ji xwe ji ber vê yekê îddayên din tînin ziman. Yeko yek jiyana wî hildane ber xwe û lêkolîn kirine ka çawa Yılmaz Güney bêrûmet bikin. Tu îddayên wan bingeha wan nîne. Heta zêdetir jî bêjim ger hemû jî rast bûna û axaftina wî ya parîsê tunne bûya wê demê qet nedianîn ser ziman. Mînakekî bidim: demên berê lîstikvan cüneyt arkın her şev zehf vexwarinên bi alkol vedixwe û li jina xwe dixe. Demekî dirêj wisa dikêşîne heta ku xeletên xwe dibîne û poşman dibe. Bûyera navbera wî û malbata wî ye, tu mafê min tunne ez şîrove bikim ji ber ku navbera xwe da çareser kirine. Lê heta niha min li tu kesî nebihîst ji bo vê bûyerê wî rexne kirine. Müslüm Gürses jî her wiha. Lê dema mesele dibe yılmaz güney, tiştên nebûyî didin ser hev û bûyerên rast bi gotinên çewt dibêjin. Her çiqas beriya vê rewşê hebe jî, du salên dawî bi destê hesabekî li medya civakî dest pê kir.
Ji bo ahmet kaya her çiqas tiştên wiha pêk neyînin jî, ji bo stranên wî yê ku piştî çûyîna sirgunê gotiye ew jî tê rexne û lînç kirin heta dibêjin ew cezayê hildayî heq e.
Alîkî din ez dinêrim kurd jî dibêjin ji ber ku wan herdûya jî hunera xwe bi kurdî pêk neanîne em jî wan ji xwe re hunermend û rewşenbîr nabînin, hinek jî çepgiriya wan rexne dikin. Tişta tê bîrkirin ev herdû kes jî asîmîle bûne, zimanê xwe nizanin û bi xebatên xwe yî taybetî û bin bandora civata dora xwe dîsa tên ser rastiya xwe. Ji xwe berê ve me digot her çiqas tirkî huner kiribin jî hunera wan da kurd hene ji ber vê jî hunera wan çiqas tirkî be hewqas jî kurdî ye (huner gerdûnî ye lê nav da şopên netewî jî hene, li vir armanca min cihêkarî nîne) lê tirk ji wan xwedî derdiketin. Niha berbi çûyîna nijadperestiyê, civata tirk û tirkiye zêdehî wan qebûl nakin. Ji xwe ew kurd in, hunera wan tirkî ye lê huner bi xwe kurd e, wek zarokên ku kurdbûna xwe zanin û welatparêz in lê kurdî nizanin.
Dawiyê da, yılmaz güney ger tirk bûya û hûnera wî jî tirk bûya an jî ji gelekî din bûya, ku min wî nas kir minê dîsa jî jê hez bikira ji ber ku derhênerekî bêhempa ye.



05.07.2022 00:36 ~00:39 | pêşewa