Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [êntropî] de;

1. Têgiheke bi aliyê çend zanistan tê bikaranîn. Ez pêşî bêjim ev mijar @keyomerd ji xwe re kiribû kul û derd, ji ber vê yekê têgiha ku li îngîlizî de bi navê "entropy" tê bikaranîn, kurmanciya wê peyvî ez emîn nînim ku bi navê "êntropî" were gotin an jî neyê gotin. Li wîkîferhengê wek şiloqî dihat wergerandin lê çewt e an jî kêm e. Ger ev peyv bi navê "êntropî" were wergerandin, vî wergerî keyomerd pêk anî û peyvek li kurdî zêdekir.
Wek min pênaseyê de jî got bi aliye çend zanistan tê bikaranîn lê ezê vî peyama xwe li ser kar anîna li zanistê kîmyayê bisekinim. ji aliyê ludwig boltzmann hatiye pênasekirin. Êntropî, qanûna termodînamîkê a duyem da derbas dibe û em dikarin bêjin ev qanûn bi ser vî têgihî avabûye. Êntropi dibêje ji çêbûna gerdûnê (teqandina mezin) heta belavbûnê her tişt ber bi xirabûnê diçe, li gerdûnê û hemû perçeyên gerdûnê bêpergalî heye. Ger sîstemek xweser ma wê demê bêpergalî li wê sîstemê dest pê dike. Bêpergalî yan qet venaguhire yan jî zêdetir dibe. Lê ev tenê perçeyekî vê têgihêye, him li kîmyayê him li zanistên din da têgihekî ku pênaseya wê gelek fireh e lê bingeh wiha ye.



14.04.2022 14:54 ~16:11 | pêşewa