Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [feqî huseyîn sagniç] de;

1. Yek ji avakerên enstîtuya kurdî ya stenbolê ye. Sala 1926 li Xîzan a Bidlîsê hatiye dinê û sala 2003 li stenbolê miriye. 12 saliya xwe li medresê da dibe feqî, pişt re bê perwerdehî bi xebatên xwe tîpên latînî hîn dibe. Ji bo xebatên xwe gelek caran tê girtin û tevî ên mîna musa anter, ismail beşikçi li girtîgehê dimîne. Sala 1983 da gelek kovaran re nivîsên xwe dişîne. Sala 1991 li navenda çand a mezopotamya da dersên kurdî dide, sala 1992 li stenbolê tevî hevalên xwe yê rewşenbîr enstîtuya kurdî ya stenbolê vedikin.
Berhemên wî:
Hêmana Rêzimana Kurdî-1991
Pêşerîya Hewisîna Zimanê Kurdî 1-1991
Pêşerîya Hewisîna Zimanê Kurdî 2 -1992
Yûsiv û Zuleyxa-1998
Çîrokên Kurdî-1999
Portreler-2000
Dîroka Wêjeya Kurdî-2002



21.06.2022 23:54 ~23:55 | pêşewa