Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ceng sagniç] de;

1. Pisporê têkiliyên navnetewî ye. Neviyê (bnr: feqî huseyîn sagniç) e. Li enqerê mezin bûye, li zaningeha kurdistan a hewlêr da zanistên siyasî û têkiliyê navnetewî xwendiye piştre jî li heman beşê zaningeha tel avîv da master kiriye. Nêzî 11 salan li îsraîlê jiyaye, sala 2020 da çûye dya û niha li wir e. Kurdî (him kurmancî him soranî), tirkî, îngîlîzî, îbranî, erebî û hinek jî farisî dizane. Referandûma 25.09.2017 da navbera herêma kurdistan û îsraîlê ji bo xebatên dîplomatîk çûye hatiye û heta referandûmê li cem wezîrê karûbarên hundir ê wê demê mesrûr barzanî bû. Gelek caran kurdên bakûr û tevgerên wan rexne dike û dibêje dema diçin diasporayê ne wek kurdan, wek muxelîfên wî welatî hereket dikin. Li vir Here lînkê rojnameya gazete duvar re hevpeyvînek pêk aniye û ez bawer im ev hevpeyvîn fikrên wî zêdehî dîne ber çavan. Li ser medyaya civakî (zêdehî twitter) fikrên xwe dibêje, demekî li rojnameyên; kurdistan24 türkçe, rûdaw türkçe û the jarusselam post da jî hinek caran dinivîsî.



11.07.2022 17:54 ~18:01 | pêşewa