Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [abdurrahim rahmi zapsu] de;

1. Nivîskar û helbestvan e. Sala 1890 da li wanê hatiye dinê. Ji navçeya elbakê ye. Kalekî wî ji geylaniyan û kalê wî yê din jî ji arvasiyan e. Ciwantiya xwe da nav komelên berzbûna kurd û hêvî da cih girtiye. Ser îlahiyat û maliye xwendî ye. Çend berhemên wî yên şanoyê bi kurdî, bi navê dîroka mezin a îslamê pirtûkekî sê cîld û xeynî van jî gelek berhemên wî yên nivîsî heye. Şagirtê seîdê nûrsî ye û dema şerê cihan a yekemîn da hêleka wî tev şer bûye û bi wî re êsîr ketiye destê artêşa ûris. Serhildana şêx seîd da rol girtiye, gorî hinek çavkaniyan mirovê dûyemîn ê serhildanê bûye. Piştî serhildanê ketiye girtîgehê û piştre wî şandine sirgûnê.
Piştî demekî dirêj tev avabûna komela mezin a rojhilat bûye. Damezrênerê vê komelê Necip fazıl kısakürek e û komelekî kevneparêz-olperest e. Berhemên wî zêdehî ser ol û çanda kevneparêz e.
Li şevîmana (yurt) şagirtan a dîcleyê rêvebirtî kiriye.

A.r. zapsu bi neviyek e mîr bedirxan dizewice û sê zarê wî çê dibe. Qîza wî ayşe hale zapsu bi musa anter re dizewice.
Neviyekî wî cuneyd zapsu ye
Sala 1958 li stenbolê miriye.



04.12.2022 01:59 ~02:10 | pêşewa