Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çiyayê tendûrekê] de;

2. Çiyayê ku alî me jê re dibêjin kirrê tendûrekê, zêdehî jî tenê dibêjin kirr. Kesên pîr zêdehî van peyvan dibêjin.

Ev çiya li jor de wek tendûrekî xuya dike.
Beriya sala 2015 qampekî mezin ya pkkê li vir hebû.

Rêya navbera wan û bazîdê li quntarê kirr derbas dibe û gelek mehan bi destê walîtiya wanê ji ber sedemên ewlehî (ji ber çalakiyên pkk) derbasbûn tên derbend kirin, lê salên dawîn ev derbend hatin asteng kirin.

Dema meriv li vê rêyê derbas dibe, kevirên ji sarbûna agir çê bûyî bi kîlometreyan didome. Lê ev kevir ne wek yê bi teqîna qerejdaxê çêbûyî ne, ji wan gelek siviktir û mezintir in. Ev lav-kevir, rex rêya wan-bazîdê dîmenekî cûda derdixe holê.



10.12.2022 23:15 ~2022.12.11 00:02 | pêşewa