Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotinên pêşiyan] de;

506. (bnr: malê axê diçe canê xulam pê zer dibe)



05.05.2023 23:27 | pêşewa

504. (bnr: dinya ji meriva re bibe kes, meriv nabêje bes)

Wate: çiqas nasên mirova hebe hew qas jî meriva re xweş tê û hêz dike zêdetir nas çêbin.



27.04.2023 11:32 | pêşewa

503. (bnr: ku meriv masî bigire delingê meriva şil dibe)
Wate: mirov ku karekî bike, hewceye her tişti bide ber çavê xwe.



08.04.2023 18:50 | pêşewa

499. (bnr: mîr jî dimire evdalê pîr jî dimire)
Wate: dinya mirin e, xêra milkê dinê tunne.
Mînak: perê min tunne ye lê tiştek nabe mîr jî dimire evdalê pîr jî dimire, were em herin kebabekî bixwin.



11.03.2023 18:26 | pêşewa


497. (bnr: bira biratî bazar cudatî)

Ger du kesên nêzî hev tevahî kar bikin hewce ye têkiliyên xwe yên din û karên xwe cuda bigirin.
Herêm: serhed



25.01.2023 00:13 | pêşewa

488. (bnr: kurmancê têr e xew jê re xêr e)
ger piştî şîvê xewa kesekî tê wiha dibêje.
Piştî demekî kesên şîv nexwarî jî wiha digotin:
kurmancê birçî ye xew jê re çi ye



13.10.2022 14:01 ~14:08 | pêşewa

486. (bnr: ji xelkê re masîgir e ji xwe re kosîgir e)
(kosî= kîso, kêsî, kûsî)



24.08.2022 00:04 | pêşewa