Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pêşewa

profîla "pêşewa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şerê tarxan] de;

6. Kilameke ser Tahirxan Begê Heyderî an jî bi navekî din Tahirxan Begê Qelenî hatiye gotinê. Çîroka ku peyama yekem de hatiye nivîsandin min yekcar li vir xwend û ez bawer im ev çîrok li bûyerekî din hatiye girtin. Ji ber ku bûyera Tahirxan (Tarxan) Beg ne wiha ye . Tahirxan Beg ji eşîra Heyderî ye (bnr: heyderan) xelkê navçeya qeleniyê ye û ev navçe bi fermî li nav îranê ye û li tixumê navçeyên wanê (bnr: qelqelî) û (bnr: ebexe) ye. Ev bûyer li navçeya qelqeliyê gundê paçxweliya jorê da derbas dibe û ev gund jî eşîra heyderî ne. Li navbera Tahirxan Beg û eşîra (bnr: takorî) yan niqaş pêk tê û tahirxan beg li qeleniyê radibe tê gundê paçxweliya jorê û takorî jî gundê xwe yî nêzî 20 km dûr tên vî gundî û li vir hev dibînin. Yên ku dibêjin, behsa kuştina tahirxan beg dikin ku bi bêbextî hatiye kuştin. Dibêjin bi yeke yek nikarin wî bikujin an jî bibin, lewma bêbextî kirine. Ev kilam jî ser vê bûyerê hatiye gotin. Heta 40-50 sal berî niha jî Heyderî û takoriyên qelqeliyê behsa vê bûyerê dikirin, zêdehî ji hev heznedikirin lê niha tiştekî wiha tunne. Çend meh berî niha ez li rûdaw kurmancî yê da rast bernameyeke ser vê bûyerê hatim ku bikitekit ji vê bûyerê xeber didan lê min niha nedît, ger ez rojekî dîsa rast lê werim ezê lînkê li vir parvebikim.



18.04.2022 22:05 ~22:11 | pêşewa