Tirşik - Profîl
tirşik-profîla pênûsa westiyayî

profîla "pênûsa westiyayî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [no man's land] de;

2. heta niha sezonekê wê tenê hatiye weşandin, li gor nûçeyên Îngilistanê wê sezona duyem îsal bê weşandin lê demê diyar nekirine.

min sezona yekem temaşe kir. di hin cihan de çewtiyên senaryoyê hebûn lê çewtiyên biçûk bûn. cihê ku hatiye kişandin zêde nedişibî Kurdistanê û peyîvînên kurmancî jî zêde ne baş bûn. em werin li ser çîrokê, hevalê me antoineê fransî çend sal berê xwişka xwe li Îranê qeyb dike. piştî salan di tvê de di nûçeyekî ypgî de siluetê xwişka xwe dibîne û gumana nemirinê dikeve dilê wî. piştî çend bûyerên din radibe diçe Surî. Tiştên ku li wir dijî jî dibe senaryoya sezona yekem.

Di sezona yekem de bi taybetî qala dema xurtbûna daîş. û dema meriv wan sehneyên ku daîş tê de heye temaşe dike dijûnan wan kûçikan dike. Bawer dikim ku sezona duyem qala şoreşa mezin a ji aliyê kurdan ve hat kirin bike.

rêzefîlm rêzefîlmeke femînel e, xweş e hêjayî temaşekirinê ye.



28.07.2021 00:25 | pênûsa westiyayî