Tirşik - Profîl
tirşik-profîla wulfila

profîla "wulfila"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [komkujiya helebceyê] de;

1. Komkujiya Helebceyê bûyerekî di 16ê adara 1988an de çêbû, dema ku balafirên şerên artêşa Iraqê bombeyên kîmyewî li ser bajarê Helebçeyê barandine. Di nava çend saetan de li Helebçe û derdora wê qasî 3200-5000 şêniyên Kurd şehîd bûne pakrewan bûne û bi 10 hezaran jî birîndar bûn.

Ji berpirsyarên sereke yên komkujiya herî bi xwîn a dîroka nêz Saddam Hussein û Ali Hassan al-majid (chemical ali) bûn. Herdu hatine girtin û hikûmeta Îraqê siza darvekirinê li ser wan sepand. Saddam Hussein di 30'ê kanûna biçûk a 2006an de hat bidarvekirin û Ali Hassan al-majid jî di 25'ê kanûna mezin a 2010an de hat daleqandin.



16.03.2022 17:33 | wulfila